Li Erdîşa navçeya Wanê Zeynep Gokaydina 9 salî ya ku sendroma downê pê ra heye, di rojbûna xwe da bi peraşûta berpalê ya li ser esmanê Gola Wanê va bi kelecan bû.
Zeynep bi malbata xwe va ji Stenbolê hat Wanê û ji bo wê çalakiyeke cuda hat lidarxistin.
Zeynep û dayika wê Sînem Gokaydin ji qeraxê Gola Wanê ya Erdişê bi pîlotê peraşûta berpalê ya Tandemê Mehmet Sadik Goller ra bi peraşûtê derketin esman.
Zeynepa ku di rojbûna xwe da bi saya peraşûtê dîmenên Gola Wanê ya bêhempa temaşe kir, bi kelecan bû û dîmenên xweş derketin holê.
Pîlotê peraşûta berpalê ya Tandemê û paramotor Goller ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand dayika Zeynepê ji wî xwestiye ku ew ji bo qîza xwe çalakiyeke bi vî rengî pêk bîne û wiha axivî: "Em ê îro Zeynepê derxin esman. Ew xwedî sendroma downê ye, lê kêfa wê û motîvasyona wê pir xweş e. Em ê rojbûna wê li esmanê Gola Wanê pîroz bikin."
Dayik Gokaydinê jî daxuyand ew ji Stenbolê wek mêvan hatine Wanê, wan xwestiye ku ew bi vê çalakiya cuda va rojbûna qîza xwe pîroz bikin.