Mehmet Şah Yılmaz
17 Hezîran 2026•Rojanekirin: 17 Hezîran 2026
Wezareta Karên Derva der barê Rapora Tirkiyeyê ya Sala 2025an a ku li Lijneya Giştî ya Parlementoya Ewropayê (PE) hat qebûlkirin da got ku "Nirxandinên ji rastiyê dûr yên ku xwe dispêrin îdiayên bêbingeh û agahiyên şaş ên aliyên dijî welatê me dihewîne."
Wezaretê der barê Rapora Tirkiyeyê ya Sala 2025an a ku li Lijneya Giştî ya Parlementoya Ewropayê (PE) hat qebûlkirin da daxuyaniya nivîskî da.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku "(Rapor) Nirxandinên ji rastiyê dûr yên ku xwe dispêrin îdiayên bêbingeh û agahiyên şaş ên aliyên dijî welatê me dihewîne." û hat ragihandin ku rapora navborî bi awayekî ku jiberên îdeolojîk ûn hin endamên PEyê nîşan dide bi qesdî di nav çarçoveyeke siyasî da hatiye amadekirin û di heyameke ku girîngiya stratejîk a têkiliyên Tirkiye-YEyê her ku diçe zêde dibin da armanc dike ku şeht li rojeva erênî ya berdest bixe.
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku ev helwesta ku kêrî rêxistinên terorê û alijên dijî Tirkiyeyê tê car din nîşan da ku PE ji bo nîşandana vîzyoneke stratejîk a ji bo pêşeroja Tirkiye-YEyê çiqas dûr e.
Di raporê da hat ragihandin ku pêvajoyên hiqûqî yên ku ji hêla daraza Tirkiyeyê ya serbixwe va tê birêvebirin berevajî tên nîşandan û bi zimaneke teqez bi îthamûn bûbingeh hedef girtina Wezîrê Edaletê Akin Gurlek hat redkirin.
Di daxuyaniyê da ev hatin gotin:
"Daraza Tirkiyeyê ya ku yek ji xîmên bingehîn ên desthilatdariya dewleta me ye ji midaxeleya tu saziyên navneteweyî, aktorên derva û aliyên siyasî vekirî nîne. Mimkûn nîne ku teşebûsên ku bi saiqên siyasî pêvajoyên darazê hedef digirin û dijî prensîba serxwebûna darazê ne bên qebûlkirin.
Ji PEyê hêviya me ew e ku di amotsfera niha ye ku ezmûnên kurewî hene ji bo têkiliyên di navbera YE û Tirkiyeya welatê namzed da helwesteke li ser bingeha berjewendiyên hevpar, li bingeheke erênî bên pêşxistin nîşan bide."