Can Efesoy
29 Hezîran 2026•Rojanekirin: 29 Hezîran 2026
Di daxuyaniya nivîskî ya Wezaretê da wiha hat gotin:
"Em êrîşên ku Îsraîlê bereksî serwerî, yekîtî û yekparetiya xaka Sûriyeyê li dijî Quneytra û Derayê pêk anîn, bi tundî şermezar dikin. Ev êrîşên ku ewlehiya can û malê gelê Sûriyeyê tune dihesibîne û her wiha jiyana sivîlên deverê roj bi roj dijwartir dike, bi awayekî eşkere binpêkirina hiqûqa navneteweyî û Peymana Jihevcudakirina Hêzan a 1974an e."
Di daxuyaniyê da bang li civaka navneteweyî hat kirin ku di mijara pêşveçûna Sûriyeyê ya ji Berfanbara 2024an û vir va û her wisa bidawîkirina êrîşên bêîstiqrarkirina herêmê da çi dikeve ser milan, bîne cih.