Tuğba Altun
14 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 14 Tîrmeh 2026
Wezaretê derbarê êrîşa bi mûşekan a dijî herêma başûr a Erebistana Siûdiyê daxuyaniyeke nivîskî belav kir.
Di daxuyaniyê da wiha hat gotin, "Em êrîşa bi mûşekan a Hûsiyan a li dijî başûrê Erebistana Siûdî bi tundî şermezar dikin. Em li hember vê êrîşê, ku serwerî û yekparçeyiya axa Erebistana Siûdî binpê dike û ji bo ewlehî û aramiya herêmî tehedîdeke cidî ye, hevgirtina xwe ya tevahî bi Erebistana Siûdî ra ji nû va teyîd dikin."
Di daxuyaniyê da her wiha banga Tirkiyeyê hate dubarekirin ku ji kiryarên ku dikarin rageşiya li herêmê bêtir gur bikin dûr bisekinin.