Hülya Ömür Uylaş
31 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 31 Tîrmeh 2026
Wezîrê Çandinî û Daristanê Îbrahîm Yumakli ragihand ku şewata li Mugla/Fetiyeyê bi tevahî hatiye kontrolkirin, li Balikesîr/Gomeç, Antalya/Alanya û Mêrsîn/Gulnar-Aydincikê jî şewat bi piranî hatine kontrolkirin.
Yumaklı li ser hesabê xwe yê NSosyalê derbarê rewşa dawîn ya şewatên daristanan da agahî dan.
Wezîr Yumakli diyar kir ku xebatên ji bo temirandina şewatên li daristanan didomin û got, "Şewata li Mugla/Fetiyeyê bi tevahî hatiye kontrolkirin, li Balikesîr/Gomeç, Antalya/Alanya û Mêrsîn/Gulnar-Aydincikê jî şewat bi piranî hatine kontrolkirin."