Wezîrê Karên Derve Hakan Fidan: (Mueyîdeyên CAATSAyê) "Înşallah em ê di demeke nêz de bigihêjin encamekê"
Wezîrê Karên Derve Hakan Fidan, der barê mueyîdeyên CAATSAyê û mijara F-35an de got, "Înşallah em ê di demeke nêz de bigihêjin encamekê, yanî ez difikirim ku di vê mijarê de pirsgirêkek çênebe."
10 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 10 Tîrmeh 2026
Wezîrê Karên Derve Hakan Fidan li TRT Haberê rojev nirxand.
Wezîr Fidan bal kişand ser lûtkeya NATOyê ya ku li Enqereyê hat lidarxistin û destnîşan kir, hatina bal hev û lihevkirina lîderên müttefîq "serkeftineke dîrokî" ye.
Fidan bal kişand ser peymana 50 milyar dolarî ya ku müttefîqan di navbera xwe de çêkiriye û diyar kir ku peymanên bi vî rengî ji bo paşeroja pîşesaziya parastinê ya Tirkiyeyê gelekî girîng in.
Fidan destnîşan kir ku pîşesaziya parastinê ya Tirk ne li ser amûrên piçûk û navîn, li ser teknolojî û çekên xwedî girîngiya stratejîk a bilind hûr bûye; mîna pergalên parastina asîmanî, pergalên fuzeyan, balafirên şer, balafirên bêpîlot ên nifşê nû, dronên li pey hev û amûrên sîberê. Fidan her wiha got ku kirina van kardan di çarçoveyeke kolektîf de, barê madî kêm dike û berxwedana parastinê jî zêde dike.
Serdana fermî ya Trump
Fidan diyar kir ku divê serdana fermî ya Trump a 7ê Tîrmehê ya ji bo Tirkiyeyê, ji Lûtkeya NATOyê ya Enqereyê cuda bête girtin û da zanîn ku di tevahiya bername da nêzî 6 saetan diyalogeke rû bi rû pêk hatiye.
Fidan bi bîr xist ku Trump mîna ku bi xwe jî aniye ziman, ji bo Serokomar Erdogan hatiye lûtkeyê û diyar kir ku ev yek bi xwe mijareke girîng e. Fidan destnîşan kir ku tevî ku ew vê rewşê pir caran tînin ziman jî hin derdor di fêmnekirina wê de israr dikin, lê belê serokatiya demdirêj a Serokomar Erdogan, cihê wî yê di nav lîderên cîhanê de û îmaca Tirkiyeyê encamên pir girîng tîne. Fidan her wiha got ku serokatiyeke bi vê pileyê bihêz êdî bûye nirxekî neteweyî yê Tirkiyeyê û qabiliyeke navdewletî; anîna ziman a vê yekê ji aliyê Trump ve jî vê rewşê piştrast dike.
Fidan da zanîn ku di hevdîtina dualî de her du lîderan jî vîna xwe ya ji bo pêşvebirina têkiliyên navbera DYA û Tirkiyeyê ya di her qadê de nû kirine û diyar kir ku her wiha vîna ji bo rakirin û çareserkirina pirsgirêkên heyî jî hatiye nûkirin. Fidan destnîşan kir ku wekî wezîr di mijara dîtina çareseriyên guncav de herî zêde kar dikeve ser milê wan.
"Hêviya me ew e ku di navbera müttefîqan de mueyyîde nebin."
Fidan der barê hatina rojevê ya mueyîdeyên CAATSAyê ya di hevdîtina Trump û Erdogan de û der barê hêviya Tirkiyeyê de got, “Bi rastî birêz Trump hêviya me tîne ziman. Em ji serî de bi tu awayî naxwazin di navbera müttefîqan de mueyîdeyên hebin. Divê ev ne biryarên siyasî an jî îdarî bin. Ji aliyê teknîkî ve fîrme û sazî di danûstendinê de li hev dikin an li hev nakin, ew mijareke cuda ye. Lê belê di serî de serokatiya siyasî ya hilbijartî û kongre, li cem me parlamento, divê di vê mijarê de di navbera müttefîqan de roleke astengker nelîzin. Tirkiye ji serî de bi serokatî û parlamentoya xwe ve di vê ramanê de ye.”
Fidan destnîşan kir ku ev demeke dirêj e li DYA û Ewropayê mueyîdeyên yên ragihandî û neragihandî yên li ser Tirkiyeyê hene; da zanîn ku ji bo rakirina wan a bi sîstematîk xebatên dîplomatîk ên gelekî girîng dimeşînin û vê mijarê li Ewropayê êdî wekî pirsgirêk nehiştine.
Fidan da zanîn ku li DYAyê mijarên ku bi biryarên îdarî dikarin bêne girtin êdî ji pirsgirêkbûnê derketine, lê belê yek du mijar hene ku bi qanûnê ve hatine girêdan û got, “CAATSA yek ji van e. Mijara der barê F-35an de jî yek ji van e. Niha heta ku ev vîn li vir di her du lîderan de jî hebe, em wekî wezîr ji bo çareserkirina van gavan diavêjin. Înşallah em ê di demeke nêz de bigihêjin encamekê, yanî ez difikirim ku di vê de tu pirsgirêk çênebe.”
Fidan destnîşan kir ku divê hemû endamên NATOyê bi hev re li ser paşeroja NATOyê biryarê bidin û bal kişand ser girîngiya wê mijarê bê ka dê ewlehiya Ewropayê ji aliyê Yekîtiya Ewropayê (YE) ve, an jî ji aliyê welatên din ên Ewropayê yên ku Tirkiye jî di nav de ye ve bê meşandin.
Wezîrê Karên Derve Hakan Fidan: (Mueyîdeyên CAATSAyê) "Înşallah em ê di demeke nêz de bigihêjin encamekê"