Sümeyye Dilara Dinçer
18 Hezîran 2026•Rojanekirin: 18 Hezîran 2026
Wezîrê Karên Derva Hakan Fîdan der barê Civîna NATOyê ya ku wê di 7-8ê Tîrmehê da li Enqereyê were lidarxistin da wiha got: "Mijarên pir giring hene û ne mimkûn e ku di civîneke ku Serokê Amerîkayê lê nebe, biryar li ser wan bên dayîn. Gelek welatên Ewropayê dibêjin, di beşdariya Serok Trump (Donald) a civînê da faktora herî giring ew e ku civîn wê li Tirkiyeyê bi mazuvaniya Birêz Serokomarê me were lidarxistin."
Wezîr Fîdan di serdana xwe ya Rûsyayê da ji çapemeniya Tirk ra der barê rojevê da axivî.
- NATO û Civîna Enqereyê
Wezîr Fîdan der barê Civîna NATOyê ya ku wê di 7-8ê Tîrmehê da li Enqereyê were lidarxistin da got amadehî bi awayekî zêde dewam dikin.
Fîdan wiha axivî: "Mijara herî giring ew e ku nuansên nêrînên li ser NATOyê yên Amerîka û Ewropayê wê çawa xwe nîşan bidin? Mijarên pir giring hene û ne mimkûn e ku di civîneke ku Serokê Amerîkayê lê nebe, biryar li ser wan bên dayîn. Gelek welatên Ewropayê dibêjin, di beşdariya Serok (Donald) Trump a civînê da faktora herî giring ew e ku civîn wê li Tirkiyeyê bi mazuvaniya Birêz Serokomarê me were lidarxistin."
Der barê peymana navbera Amerîka-Îranê da jî Wezîr Fîdan wiha got: "Ya ewil, çi wê bê li serê uranyuma dewlemendkirî? Ya duyemîn, moratoryuma dewlemendkirinê wê ji vir şûn da çawa be? Mînak, ji bo ku li Îranê kêmkirina 400 kîlo uranyuma dewlemendkirî wê pêk bê û di prensîbê da li ser vê lihevkirinek heye. Lê kî kêmkirina wê bike, kî wê kontrol bike, ew ê çawa 'were rastkirin'? Divê ev tişt werin axaftin. Ew ê werin axaftin."