Alper Şaşmaz
02 Tebax 2026•Rojanekirin: 02 Tebax 2026
Wezîrê Edaletê Akin Gurlek ragihand, ji 1ê Hezîranê pê va di lêpirsînên edlî yên ser 44 şewatên daristanan ên li 16 bajaran da 29 gumanbar hatin tesbîtkirin û 6 jê hatin tewqûfkirin.
Gurlek li ser hesabê xwe yê NSosyalê daxuyanî da û diyar kir ku wan di binê banê Wezaretê da Serokatiya Daîreya Afatên Siruştî û Qezayan ava kir û ev serokatî pêvajoyên edlî yên şewatên daristanan ji nêz va dişopîne.
Gurlek destnîşan kir ku serdozgeriyên komarê bi saziyên qamûyê yên têkildar ra di nava kordînasyonê da ne, ji bo kifşkirina sedemên derketina şewatê û berpirsiyarên şewatê hemû delîl bi hûrgulî tên nirxandin û wiha dewam kir, "Di vê çarçoweyê da ji 1ê Hezîranê pê va ji bo 44 şewatên daristanan ên li 16 bajarên me lêpirsînên edlî tên kirin. 29 gumanbar di vê çarçoweyê da hatin tesbîtkirin û 6 jê hatin tewqûfkirin. Ji bo 9 gumanbaran biryara tevdîra kontrola edlî hat dayîn. 6 gumanbar jî binçavkirî ne û der heqê wan da kar û barên edlî hê dewam dikin."