Mehmet Şah Yılmaz
25 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 25 Tîrmeh 2026
Di daxuyaniya nivîskî ya wezaretê da hat diyarkirin ku ji ber mirinên di encama qezaya trafîkê ya li rêya Şam-Dêrazorê ya li Sûriyeyê çêbû xemgîn in.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku "Xwedê rehma xwe li kesên ku di qezayê da jiyana xwe ji dest dan bike, serê xizmên wan û gelê Sûriyeyê sax be."
Li Sûriyeyê li rêya Şam-Dêrazorê du otobêsên rêwiyan li hev qelibîbûn, di qezayê da 35 kes mirin û 30 kes jî birîndar bibûn.