Seda Tolmaç
02 Tebax 2026•Rojanekirin: 02 Tebax 2026
Wezîrê Çandinî û Daristanan Îbrahîm Yumakli ragihand, di encama têkoşîna xurt a ku li erd û esman hat dayîn da, şewatên Çîneya navçeya Aydinê, Susurluka navçeya Balikesîrê û Bucaya navçeya Îzmirê bi temamî hatin temirandin.
Yumakli li ser hesabê xwe yê NSosyalê der barê rewşa dawî ya şewata daristanan da daxuyanî da.
Yumakli xebatên ku li erd û esman hatin kirin, destnîşan kir û wiha got, "Di encama têkoşîna xurt da, şewatên Çîneya navçeya Aydinê, Susurluka navçeya Balikesîrê û Bucaya navçeya Îzmirê bi temamî hatin temirandin."
Yumakli daxuyand, ji 29ê Tîrmehê roja ku bager rabû û heta niha li tevahiya welêt wan bi tevahî midaxeleyî 314 şewatan kir û ji van şewatan 192 ne daristan in.