Ahmet Buğra Olaç
24 Hezîran 2026•Rojanekirin: 24 Hezîran 2026
Serokomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan got, "Tirkiyeyê li herêm û cîhanê bandor û prestîjeke wisa xweş bi dest xistiye ku berê qet nedîtiye."
Erdogan di Civîna Koma Meclisê ya AK Partiyê da axivî.
Serokomar Erdogan destnîşan kir ku wextê xwe bi aloziyên xeyalî û sanal badilhewa nakin û wiha axivî, "Tevî provokasyonan jî em nahêlin ku mixalefet me bikişîne nava qirêjiya ku ew tê da gulaşê digirin. Di nava mixalefetê da kaos û alozî heye, lê Îtifaqa Cumhur ji bo yekîtî û refaha 86 milyon welatiyên xwe bi hevgirtin û yekîtî dixebite. Modela rêveberiya paralel ne tenê partiya sereke ya mixalefetê, di heman demê da siyaseta Tirkiyeyê jî paralîze dike. Di çareserkirina pirsgirêkên welêt da divê mixalefet jî bi qasî hikûmetê avaker be û tevkariyên erênî di pêvajoyên qanûndanînê da bike. Îqtidar û mixalefet, em hemû li hember miletê ku em îradeya wê temsîl dikin, berpirsiyar in. Wezîfeya me ya sereke xizmetkirina welat û milet e."
Erdogan diyar kir Tirkiyeyê li herêm û cîhanê bandor û prestîjeke wisa bi dest xistiye ku berê qet nedîtiye û wiha peyivî, "Tiştên ku di krîza Îranê da qewimîn nîşanî her kesî dan ku Komara Tirkiyeyê çiqas dewleteke mezin e. Avantajên asîmetrîk yên ku Pergala Hikûmeta Serokomariyê di rêveberina krîzê da ji welatê me ra peyda kiriye, eşkere bûne. Di heyama pêş da ji bo ku krîza Îranê çareser bibe û çareserî mayînde be, em ê her cure piştgiriya xwe ya ji bo hewildanên çareserkirinê bidomînin."
Serokomar Erdogan destnîşan kir gurûha (Îsraîl) har ku di harbûnê da bi hev ra pêşbaziyê dikin, qet naxwaze çek li herêma me bêdeng bibin û wiha got, "Şebekeya kuştinê ku terorîzm û dagîrkerî kirine polîtîkayeke dewletê, 10 rojên dawî her tiştî dikin ku peymana bi hewildaneke mezin hatiye kirin, têk bibin. Ger aştî were herêma me, Îsraîl nexwaze jî wê were. Ger aramî li herêma me çêbibe, ew ê digel provokasyonên Îsraîlê jî çêbibe."
Erdogan diyar kir Tirkiye wê dudilî nebe û ji bo şansê herî piçûk yê aştiyê jî bi kar bîne, çi hewce be wê bike û wiha axivî, "Dema ku deftera terorîzmê bi temamî were girtin, piştî hema hema nîv sedsalê 86 milyon mirov wê rehet nefesê hildin. Bila herkes vê yekê qebûl bike, teror rêyeke asê ye û dema xwe temam kiriye. Em li ser çarçoveyeke qanûnî ya ku lezê bide pêvajoya tesfiyeya rêxistinê, dixebitin. Piştî ku me şêwir kir, emê verastkirinê pêşkêşî teqdîra Meclisê bikin. Îtifaqa Cumhur bi piştgiriya Meclisê, bi îzna Xwedê, wê vê pêvajoya xweş bi dawî bike û di dîrokê da şopekê bihêle ku em ê bi serbilindî bi bîr bînin. Heke dîsa 'ruhê Yenîkapiyê' bê xwestin, zemîna ku divê ew şikil bidê pêvajoya 'Tirkiyeya Bêteror' e. Divê saziya siyasetê cudahiyên xwe bide aliyekî, piştgiriyê bide pêvajoyê, ji bo ku ev mesele ji rojeva milet derkeve, divê têkeve binê bar."