Mikail Bıyıklı
13 Hezîran 2026•Rojanekirin: 14 Hezîran 2026
Serokomar Erdogan li Tersaneya Rixos a li Beyogluyê beşdarî "Lûtkeya Hişê Çêkirî ya Tirkiyeyê" ku tê da Vîzyon û Plana Çalakiyê ya Hişê Çêkirî ya Tirkiyeyê eşkere kir, bû û gotarek pêş kêş kir.
Erdogan bi silavdayina beşdaran sipasiyên xwe pêşkêş kir û silavên xwe ji bo hemî welatiyên ku li 39 navçeyên Stenbolê û li 81 parêzgehên Tirkiyeyê dijîn ra şand.
Serokomar Erdogan derbarê Plana Çalakiyê ya Hişê Çêkirî ya Tirkiyeyê got, "Bila plana me ya nû ya hişê çêkirî ku ewê Tirkiyeyê di warê teknolojiyên hişê çêkirî da derxîne pola welatên lîder, ser xêrê be. Tirkiyeye yek ji wan welatên nadîr e ku gelekî zû haya wê ji veguherîna di teknolojiyê da çêbû û li gorî wî şikil da tedbîr, polîtîka û sepanên xwe."
Erdogan bal kişand ser wê yekê ku weke Tirkiyeyê ew hewleke mezin didin ku zanyarî û şiyanên xwe yên di pîşesaziya parastinê da di serî da hişê çêkirî, di qadên da jî derxînîn holê û wiha pê da çû:
"Plana me ya Çalakiya Hişê Çêkirî, li ser 4 stûnên sereke, hay jê hebe, bikar bîne, hilberîne û birêva bibe û di nava her yek ji wan da li ser 4 çalakiyan temamker hatiye avakirin. Ji bo ku mirovên ji her temenî hişê çêkirî bi awayekî rast fam bikin û bi awayekî ewle bikar bînin, emê Bernameya Xwendin û Nivîsandina Hişê Çêkirî ya Neteweyî bidin destpêkirin."
Serokomar Erdogan tekezî kir ku ewê bi atolyeyên xwendin û nivîsandina hişê çêkirî yên ku ewê li 81 parêzgehan deynin, ewê di nav 2 salan da ji 5 milyon welatiyan ra perwerdehiyê peyda bikin û wiha got:
"Emê 10 hezar pisporên pêşketî yên hişê çêkirî û 100 hezar pisporên sepanên hişê çêkirî perwerde bikin û herî kêm 2 hezar setên daneyên giştî, di serî da di warê tenduristî, çandinî, parastin û bazirganiya elektronîk da, bi rêya Pirtûkxaneya Daneyên Neteweyî pêşkêşî xizmeta gelê xwe bikin. Herwiha emê herî kêm ji sedî 2ê bernameyên xwe yên veberhênana giştî ji bo projeyên hişê çêkirî veqetînin û heta sala 2030an qebareya navenda daneyan a welatê xwe herî kêm bigihînin 1 gîgavatê."
Erdogan wiha pê da çû:
"Emê di binesaziyên navenda daneyan, cloud û hişê çêkirî da, bi giranî ji sektora taybet herî kêm çavkaniyeke 10 milyar dolarî destbikar bikin. Emê Stenbolê di warê hişê çêkirî da wekî bajarê vîtrîna navneteweyî û bajarê dîplomasiya veberhênanê yê Tirkiyeyê bi cih bikin. Emê ji bo cîgrkirina standardên hişê çêkirî yên ku mirov-navendî ne li OECD, G20, NYê û platformên din, roleke çalak bilîzin."
Serokomar Erdogan heriwha bal kişand ser xebatên bi Teşkîlata Dewletên Tirkî (TDT) ra û got, "Emê bi TDTê ra qonax bi qonax, modeleke zimanê Tirkî yê hevpar ku zimanên oxuzî, qipçaqî û qarlûqî dihewîne, bipêş bixînin."