Kaan Bozdoğan
11 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 11 Tîrmeh 2026
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan kesên ku di Komkujiya Srebrenîtsayê da hatine kuştin bi bîr anî.
Serokomar Erdogan di peyameke li ser hesabê xwe yê medyaya civakî da wiha got, "Di 31emîn salvegera Srebrenîtsayê da ku yek ji hovtirîn jenosîdên dîrokê ye, ez hemû xwîşk û birayên xwe yên Boşnakî yên ku hatin qetilkirin, bi rehmet û xemgînî bi bîr tînim."
Serokomar Erdogan di peyama xwe da anî ziman ku dê tu carê Komkujiya Srebrenîtsayê ji bîr nekin.