Serokomar Erdogan: "Ez bawer im di mijara F-35an da ji Lutkeya Lîderan biryareke xêrê derkeve"
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got, "Înşelah ez bawer im di mijara F-35an da ji vê Lutkeya Lîderan biryareke xêrê dê derkeve."
Serdar Açıl
07 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 07 Tîrmeh 2026
ANKARA
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got, "Înşelah ez bawer im di mijara F-35an da ji vê Lutkeya Lîderan biryareke xêrê dê derkeve."
Erdogan û Serokê Amerîkayê Donald Trump li Kuliyeya Serokomariyê hevdîtineke dualî pêk anîn û daxuyanî dan.
Serokomar Erdogan di axaftina xwe da got, "Ji ber ku ez û hevalê xwe yê hêja (Trump) li Enqereyê hatine cem hev, ev hêzeke zêdetir dide me. Ez dixwazim bi taybetî bibêjim ku ev serdaneke girîng e."
Erdogan destnîşan kir hewl didin ku peywendiyên Îran û Amerîkayê li ser zemînekî çawa biedilînin û wiha got, "Em dixebitin gavê biavêjin aştiya cihanî û ji bo vê jî çi ji destê me tê em dikin.(Xeze) Em girîngiyeke mezin didin vê Lûtkeya Serokan ku ez û hevalê xwe yê hêja (Trump) diaxivin ku aştiyê li herêmê tesîs bikin. Em ê li vir jî bi hevalê xwe yê ezîz (Trump) ra li ser geşedanên di navbera Rûsya û Ukraynayê da biaxivin û em ê gavên xwe li gorî wê biavêjin."
Serokomar Erdogan bal kişand ser mijara sitendina F-35an û wiha peyivî, “Mijara F-35an ji bo me mijareke nû nîne û me ev berê bi Amerîkayê ra xeberda, me soza 5 balafiran jî sitand. Înşelah ez bawer im di mijara F-35an da ji vê Lutkeya Lîderan biryareke xêrê dê derkeve. Ji bo F-35an berî niha cenabê wî soz dabû me, ez dizanim ku me ev soz ji bo paşerojê bi awayekî erênî test kir. Birêz Trump her wext li ser sozê xwe ye.”
Erdogan diyar kir weke du welatên girîng yên NATOyê, wê bi rihê hevgirtinê encameke xurt ji Lûtkeya Serokan bi dest bixin û bawer dikin ku wê vê yekê pêk jî bînin û wiha got, "Em ê li Lûtkeya Serokan mijara motorên KAANê bi hevalê xwe yê hêja ra gotûbêj bikin. Ez bawer im ku ew ê wê mizgîniya ku li vir dabû me, dubare bike."
Serokê Amerîkayê Tump: "Tirkiye bi lîdertiya we (Serokomar Erdogan) ji hêla eskerî va bihêz bûye"
Serokê Amerîkayê Donald Trump got, “Tirkiye bi lîdertiya we (Serokomar Recep Tayyîp Erdogan) ji hêla eskerî va bûye welatekî pir bihêz.”
Trump ji bo beşdarbûna 36emîn Lûtkeya Serokên Dewlet û Hikûmetan ya NATOyê gihîşt Enqereyê.
Serokê Amerîkayê Donald Trump li Kuliyeya Serokomariyê bi Serokomar Erdogan ra hevdîtineke dualî pêk anî û daxuyanî da.
Serokê Amerîkayê Trump di hevdîtina bi Serokomar Erdogan ra got, “Tu serokekî wisa yî ku li seranserê cîhanê rêz li te tê girtin. Rêzeke min ya mezin ji bo Serokomar heye. Ev bi rastî jî di berjewendiya herdu welatan (Tirkiye û Amerîka) da ye.”
Trump balê kişand ser Lûtkeya NATOyê ya li Enqereyê û got, “Civîn ku li Tirkiyeyê nehatibûya lidarxistin ku dostê min lîderê wê yê bihêz e, muhtemelen ez ê beşdar nebûma. Ez dikarim bibêjim ku têkiliyên me yên bi Tirkiyeyê ra niha ji her demê çêtir in.”
Serokê Amerîkayê Trump der barê mueyîdeyê CAATSAyê da jî wiha got, "Ez dikarim bibêjim, dibe ku em bikaribin mueyîdeyan rakin."
Serokomar Erdogan: "Ez bawer im di mijara F-35an da ji Lutkeya Lîderan biryareke xêrê derkeve"