Zehra Tekeci Eser
28 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 28 Tîrmeh 2026
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got, "Em têkoşîna dijî hemû cureyên dezenformasyonê wekî mijareke ewlehiya neteweyî ji bo welatê xwe, demokrasiya xwe û aştiya xwe ya civakî dibînin."
Erdogan di "Şûreya Ragihandinê ya 2yemîn" da axivî ku li ATO Congresîumê hat lidarxistin.
Serokomar Erdogan diyar kir agahî û belgeyên ku derketine holê, bi eşkere nîşan didin ku di dema erdhejên 6ê Sibatê da operasyonên çawa dijî dewlet û gel hatine plankirin û meşandin û got, "Derdikeve holê ku kî bi kê ra di nava têkiliyên xerab da ye. Yên ku bi erdhejê dest avêtin kêmfirsendiya siyasî û aborî, niha li ber edaletê hesab didin. Encam çi dibe bila bibe, em ê rê nedin kesên ku hêviyên xwe bi alozî û rageşiyê va girêdane û çavkaniyên di destê xwe da wekî çekekê li dijî dewletê diemilînin."
Erdogan destnîşan kir têkoşîna li dijî hemû cureyên dezenformasyonê wekî mijareke ewlehiya neteweyî ya ji bo welatê xwe, demokrasiya xwe û aştiya xwe ya civakî dibînin û wiha axivî, "Civaka navneteweyî bi rêya fîlmên kampanyayên reşkirinê Tirkiyeyê nas nake, bi rêya wan fîlmên ku çand û rastiya me nîşan didin, Tirkiyeyê nas dike."
Serokomar Erdogan di axaftina xwe da got, "Di avakirina 'Sedsala Tirkiyeyê' da em çîrokeke ku bingeha xwe ji nirxên me yên şaristaniyê digire û hafizeya qedîm û vîzyoneke nû dide pêşerojê derdixin holê."