Serokomar Erdogan: Em ji bo bi 100an milyon kesên li dervayî sînorên me dijîn jî bûne hêvî
"25 sal berê wekî hêviya gel em derketibûn rê lê îro roj em ji bo bi 100an milyon kesên li dervayî sînorên me dijîn jî bûne hêvî"
Koray Taşdemir
28 Hezîran 2026•Rojanekirin: 28 Hezîran 2026
photo: Doğukan Keskinkılıç / AA
İSTANBUL
Serokomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyip Erdogan got, "25 sal berê wekî hêviya gel em derketibûn rê lê îro roj em ji bo bi 100an milyon kesên li dervayî sînorên me dijîn jî bûne hêvî."
Serokomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Erdogan li Sapancaya navçeya Sakaryayê di axaftina xwe ya bidawîbûna "Civîna Îstişare û Nirxandinê ya 33yem a AK Partiyê" da spasiya beşdaran kir ku tevlî civînê bûn û nêrîn, raman, tesbît, rexne û pêşniyazên xwe parve kirin.
Wêne : Doğukan Keskinkılıç/AA
Serokomar Erdogan bal kişand ku wekî kadroyên AK ew, hêviya 86 milyonî ne û wiha dewam kir, "Ev teşkilat, ev partî, ev tevger ne bi tenê hêviya 86 milyonî, di heman demê da hêviya umetê ye jî. "25 sal berê wekî hêviya gel em derketibûn rê lê îro roj em ji bo bi 100an milyon kesên li dervayî sînorên me dijîn jî bûne hêvî."
Erdogan her wiha destnîşan kir ku ew tevgerek in ku ne bi tenê diayê însanên xwe, her wisa dia û piştgiriya bi sedan milyon birayên xwe yên li coxrafyaya dilî jî distînin.
Serokomar Erdogan ji xeynî van jî hişyarî da endamên AK Partiyê û wiha bang kir, "Kê westiyabe bira kerem bike were kêlekê û westa xwe dayne. Yên nayên kêlekê jî bira heqê meydanê bidin."
Serokomar Erdogan: Em ji bo bi 100an milyon kesên li dervayî sînorên me dijîn jî bûne hêvî