Serokomar Erdogan di bernameya "Fînalên Dibistanên Havînê ya TUGVAyê" da axivî
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got ku " "TUGVA ji bo ku ciwaniyeke têra xwe baş li nirxên milî û menewî xwedî derdikeve, bişiûr, birûmet, zana û jixwebawer bigihêje bi dil û can hewl dide."
Kaan Bozdoğan, İrem Demir
01 Tebax 2026•Rojanekirin: 01 Tebax 2026
photo: TCCB / AA
İSTANBUL
Serokomar Erdogan li RAMS Parka Kompleksa Werzişê ya Alî Samî Yen beşdarî bernameya Fînala Dibistanên Havînê ya Weqfa Ciwaniyê ya Tirkiyeyê (TUGVA) ya ku bi mijara "Bila Rengîn Bibe Dibistana Me ya Havînê" hat lidarxistin bû û di bernameyê da axivî.
Wêne : TCCB/AA
Serokomar Erdogan got ku "TUGVA ji bo ku ciwaniyeke têra xwe baş li nirxên milî û menewî xwedî derdikeve, bişiûr, birûmet, zana û jixwebawer bigihêje bi dil û can hewl dide." û wiha axivî:
"Kesên di telaşa wê yekê da ne ku ji bo her karê xêra Tirkiyeyê ye kêmasiyek bibînin dixwazin ku pêşî li TUGVAyê bigirin. Wekî ku di paşerojê da çendî caran kirin nikarin ku ewladên pîr û pak ên vî gelî bikin amûrê lîstikên xwe yên qirêj. Ew roj êdî li paş man. Em ciwanên xwe, zarokên xwe tu carî tenê nahêlin. Em pêşerojên rewnaq ên Tirkiyeyê naxin dafika sê çar xwe nezanan. Em ji bo ku ciwanên me yên ku dê siberojên welatê me diyar bikin, zarokên me bi awayê herî baş bigihêjin bi hemû hêza xwe dixebitin."