Serokomar Erdogan, di bernameya "Di sala 10emîn da 15ê Temûzê: Îrade ya Me, Serfirazî ya Me" axivî
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got, "Wê şevê, me dît ew ruhê ku di Cenga Îstiqlalê da gurr bûbû, dîsan destbikar bû, em bûn şahid ku mileteê me yê hêja çiqasî miletekî mezin e."
Zafer Fatih Beyaz
15 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 15 Tîrmeh 2026
ANKARA
Serokomar Erdogan, li Baxçeyê Millet ê Beştepeyê, beşdarî bernameya "Di sala 10emîn da 15ê Temûzê: Îrade ya Me, Serfirazî ya Me" bû û gotarek pêşkêş kir.
Erdogan bal kişand ser şeva 15ê Tamûzê û got, "Wê şevê, me dît ew ruhê ku di Cenga Îstiqlalê da gurr bûbû, dîsan destbikar bû, em bûn şahid ku mileteê me yê hêja çiqasî miletekî mezin e. Gelê me şeva 15ê Temûzê bi ciwan û kal û pîrên xwe, bi jin û mêrên xwe va, destaneke bêhempa nivîsand. Me çawa beriya nuha bi 10 salan ev welat bi biratiyê ji lepê esaretê rizgar kir, înşele emê vê bi yekîtiya dilan, bi hev ra veguhêzin siberojê."
Serokomar Erdogan anî ziman ku ev gel ti carî şehîdên xwe jibîr nake û got, "Vî gelê hêja çawa ku şehîdên xwe ji bîr nekir, ewê serekên terorîst ên ku li dervayî welêt, bi awayekî bêwelat mirin jî ji bîr neke û efû neke. Ewên ku li hember darbeyê bi lehegî li ber xwe dan jî, dê yên ku çepik bo darbekaran lêdan û yên ku dixwazin wan pak bikin jî qet jibîr nekin."
Erdogan li ser rêxistina terorê FETOyî herwiha got, "Piştî ku serekê rêxistina terorê mir, herçiqas berxwedêriya FETOyî jî ketibe, hêviya wê qediya be jî, em nikarin li hember vê tora veşartî, têkevin rehawetê. Heta ku FETO hebe, têkoşîna li dijî FETOyê wê berdewam be. Emê bi sebir li ser bingeha qanûnî têkoşîna dijî FETOyê bidomînin ta ku xeter bi tevahî derbas bibe. Bêyî ku em bikevin nav dafikên ku FETO dixwaze me bikişîne nav, emê bi baldarî, hişyarî û bi hûrgilî bi taybetî li dû hêmanên veşartî yên rêxistinê biçin."
Serokomar Erdogan wiha pê da çû:
"Di vê gavê da divê her kes bibîne ku derya ji bo rêxistinên terorîst nemaye. Ti cihek nîn e ku bi dijminatî xwe bigihînin Tirkiyeyê. Heta ku vê tora sîxuriyê ya ku taybetmendiya wê ya herî mezin, ew e ku weke şaneyeke penceşêrê ji hundir va laş dixwe, ji holê rakin, emê têkoşîna xwe bidomînin. Dewleta me xwedî hêzek pir zêde ye ku dikare hemû gefên li dijî xwe ji holê rake û serê wan xayînên ku diwêrin serê xwe rakin biperçiqîne."
Serokomar Erdogan anî ziman ku kî bikeve dereqanûnîyê, kî dijminatîya vî gelî bike, kî hewl bide xencerê li dilê Tirkiyeyê bixe, dê li ber edaletê hesab bide û got, "Heta ku Îtîfaqa Cumhûr bihêz be, dê Tirkiye serdemên tarî nejî. Heta ruhê 15ê Temûzê zindî be, kes wê nikarebe rêya Tirkyeyê bibire. Yên ku li dijî demokrasî, îradeya gel, hikûmeta hilbijartî tevbigere, wê zanibe ku ewê li kursiyê gumanbariyê rûne û ewê nikaribe qesda xirabîgihandina vî gelê bike."
Serokomar Erdogan tekezî kir ku Tirkiye herdem palpiştê mezlûman e û got, "Ji Xezeyê heta Libnanê, ji Somaliyê heta Sûriyeyê, ji Enqereyê heta Sûdanê li kuderê mezlûmek, mexdûrek çav bi rondik hebe, emê hertim li pişta wan bin. Mezlûm û mexdûr bi hêviyeke mezin li Tirkiyeyê dinerin. Em ê meydanê radestî wan kesan nekin ku her taktîkên qirêj bikar tînin da ku vê hêviyê vemirînin."