Serokomar Erdogan: "Dema hewce bike em dixwazin qabiliyetên xwe bixin xizmeta îtifaqê"
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got, "Weke welatekî ku xwedî artêşa bejayî ya herî mezin ya Ewropayê em hewl didin ku dema hewce bike qabiliyetên xwe bixin xizmeta îtifaqê."
Aynur Ekiz
08 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 08 Tîrmeh 2026
ANKARA
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got, "Weke welatekî ku xwedî artêşa bejayî ya herî mezin ya Ewropayê em hewl didin ku dema hewce bike qabiliyetên xwe bixin xizmeta îtifaqê."
Erdogan li Hola Pêşangehê ya Serokomariyê di "Civîna Konseya Atlantîka Bakur" ya 36emîn Lûtkeya Serokên Dewlet û Hikûmetan ya NATOyê da axivî.
Serokomar Erdogan diyar kir ku Tirkiye di warê kapasîteya hilberîn û îxracata pîşesaziya parastinê da ketiye nava 10 welatên pêşîn yên cîhanê û wiha got, “Bêguman esas serkeftina welatê me di pêngava pîşesaziya parastinê da ye. Em di warê kapasîteya hilberîn û îxracatê da ketine nava 10 welatên pêşîn yên cîhanê. Weke welatekî ku xwedî artêşa bejayî ya herî mezin ya Ewropayê em hewl didin ku dema hewce bike qabiliyetên xwe bidin xizmeta îtifaqê. Weke Tirkiye me tedbîrên xwe sitandin ku em berî sala 2030yî lêçûnên xwe yên berevaniyê derxin asta ji sedî 3,5an.”
Erdogan ji bo armanca bigihêjin NATO 3.0î got, "Divê sînorkirinên di navbera hevalbendan da yên di warê hevkariya parastinê da bi taybetî jî pîşesaziya parastinê, werin rakirin. Di zemînekê da ya modêla hevkariyeke ku eql û mantiq emir dike pêkan be, cudaxistina mitefiqên ne endamê yekîtiyê li Ewropayê dê bibe sedema dabeşbûna çêkirî. Weke hevalbendê ku bi serkeftî ÎHA û SÎHAyan diemîline, em hêvî dikin ku navenda me ya Têkoşîna Dijî Sîstemên Bêmirov ji hêla NATOyê ve were pejirandin."
Erdogan bal kişand ser rakirina sînordarkirinan û wiha axivî, "Ez pê şanaz im ku di Foruma Pîşesaziya Parastinê da ev peyam ji hêla rayedarên hikûmetê hat dupatkirin."
Serokomar Erdogan destnîşan kir helwesta biryardar ya ku dostê wî Trump di rêya çareserkirina krîza Îranê da daye digel hewldanên sabotajê jî teqdîr dike û wiha got, "Em piştgiriyê didin Ukraynayê û ji aliyekî va jî em sûdê ji qanalên xwe yên ragihandinê distînin ku berê Rûsyayê bidin aştiyê. Ez hevpariya vîzyona aştiyê ya birêz Trump di Şerê Ukraynayê da dikim û ez piştgiriya xwe ji bo pêdiviyên pêşîn yên Ukraynayê diyar dikim."
Erdogan got ku “Em amade ne ku hevkariya pêwîst bidin paqijkirina Tengava Hurmuzê ji mayinan.
Serokomar Erdogan der barê meseleya Filistînê da got, ez careke din diyar dikim ku çareseriya dudewletî mifteya aştiya mayînde ya li Rojhilata Navîn e û wiha dewam kir, “Bi taybetî ez dixwazim wê yekê bînim ziman ku ji bo edilandina sukûnetê li Xeze û Libnanê peywir dikeve ser milê me hemûyan.”
Erdogan bal kişand ser têkoşîna dijî terorê û wiha got, "Ez tînim bîra we ku divê em di têkoşîna dijî her cure terorê da di nava hevgirtineke baş da bin."
Serokomar Erdogan: "Dema hewce bike em dixwazin qabiliyetên xwe bixin xizmeta îtifaqê"