Serokomar Erdogan: "Civîna Enqereyê wê bibe zemîna herî xurt a parvekirina tecrubeyan"
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan der barê civîna NATOyê ya ku wê 7-8ê Tîrmehê li Enqereyê were kirin da got, "Civîna Enqereyê wê bibe zemîna herî xurt a parvekirina tecrubeyan."
Ekip
29 Hezîran 2026•Rojanekirin: 29 Hezîran 2026
İSTANBUL
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan der barê civîna NATOyê ya ku wê 7-8ê Tîrmehê li Enqereyê were kirin da got, "Civîna Enqereyê wê bibe zemîna herî xurt a parvekirina tecrubeyan."
Erdogan li Stenbolê di "Bernameya Firavînê ya Ji Bo Rûmeta Serokên Parlamentoyan yên NATOyê Hat Dayîn" da axivî.
Serokomar Erdogan li ser civînê axivî û wiha got: "Li gor baweriya min li vê derê hem mihafezekirina poşmandariya NATOyê hem jî xurtkirina piştevaniyê ya navbera mitefîqan zêdetir girîng bûye. Civîna Enqereyê wê bibe zemîna herî xurt a parvekirina tecrubeyan. Çi şiyana me ya mustesna ya rêvebirina krîzên herêmî be çi jî tecrubeya me ya mezin a di nava NATOyê da be, em tecrubeyên xwe bi mitefîqên xwe ra parve dikin. Li gor sozên Civîna Laheyê, em lêçûnên xwe yên parastinê zêde dikin û di nav 5 welatên ku feydeya wan digihêje misyona NATOyê û harekatên wê da cî digirin. Dema em di Foruma Sanayiya Parastinê ya NATOyê da berên xwe yên pêşketî pêşkêş dikin, em ê li ser tevdîrên ku bandora vê tevkariyê zêdetir dike, bisekinin. Li gor îtifaqê divê em ji Teksasê heta Enqereyê, toreke ewlehî û parastinê ya bê şert û merc ava bikin."
Erdogan li ser mijara Filistînê jî sekinî û wiha got, "Mijara Filistînê bingeha aloziyên li Rojhilata Navîn e. Heta Îsraîl dev ji dagirkeriya axê ya her ku zêde dike bernede, li herêma me aştiyeke mayînde çênabe."
Serokomar Erdogan bal kişand ser şerê navbera Rûsya-Ukraynayê û axivî, "Ez bi taybetî dixwazim destnîşan bikim ku seba şerê Rûsya-Ukraynayê bi diyalogê çareser bibe, divê em di heyama pêş da encamekê bistînin"