Gökçe Karaköse
24 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 24 Tîrmeh 2026
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bi Serokomarê Ozbekistanê Şevket Mîrziyoyev ra bi telefonê axivî.
Li gor daxuyaniya Serokatiya Ragihandinê ya Serokomariyê di axaftinê da têkiliyên dualî yên Tirkiye-Ozbekistanê û mijarên herêmî û kurewî hatin gotûbêjkirin.
Serokomar Erdogan diyar kir ku têkiliyên di navbera herdu welatan da her ku diçe kûrtir dibin û bi bîr xist ku piştî civîna Konseya Hevkariya Stratejîk a Astbilind ya ku di meha rêbendanê da hat kirin nexşerêya nû hat diyarkirin.
Serokomar Erdogan got hêvî dikim bi civînên ku dê di ziyareta Ozbekistanê ya ku dê di firsenda ewil da bike da ev lezîn bê domandin û bi bîr xist ku di Lûtkeya Nefermî ya Teşkîlata Dewletên Tirk a ku di meha gulanê da li Turkistanê hat kirin da biryarên dê Meclisa Malbatê xurt bike hildan. Serokomar Erdogan got ku dê di Lûtkeya Teşkîlata Dewletên Tirk a ku dê di 29-30yê Cotmehê da li Enqereyê bê kirin da van biryaran hê bêtir pêş bixin.
Serokomar Erdohan Mîrziyoyev vexwend Lûtkeya Av û Hewayê ya COP31ê ya ku dê di 11-12ê sermawezê da li Antalyayê bê lidarxistin û rojbûna Mîrziyoyev jî pîroz kir.