İrem Demir
29 Hezîran 2026•Rojanekirin: 29 Hezîran 2026
Serokomar Recep Tayyip Erdogan digel Gurbangulu Berdîmihemedovê Lîderê Neteweyî yê Tirkmenistanê û Serokê Mesleheta Gel peywendiyeke têlefonî encam da.
Li gorî daxuyaniya Serokatiya Ragihandina Serokomariyê, di peywendiyê da her du lîderan têkiliyên dualî yên Tirkiye-Tirkmenistanê û her wiha mijarên herêmî û kurewî gotûbêj kirin.
Serokomar Erdogan di peywendiyê da destnîşan kir ku Tirkiye dê pêşxistina hevkariya xwe ya bi Tirkmenistanê ra bidomîne û ji bo vê jî ew ê di avêtina gavan da berdewam bin.
Erdogan, Berdîmihemedov vexwend Lutkeya 13emîn a Teşkilata Dewletên Tirk û her wiha COP31 Lutkeya Avûhewayê. Erdogan di vê navberê da rojbûna Berdîmihemedov jî pîroz kir.