Zafer Fatih Beyaz
25 Hezîran 2026•Rojanekirin: 25 Hezîran 2026
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bi Serokomarê Morîtanyayê Mihemed Ould Şêx El Ghazouanî ra bi telefonê axivî.
Li gor parvekirina Serokatiya Ragihandinê ya Serokomariyê ya ji ser hesabê NSosyalê di axaftinê da têkiliyên Tirkiye-Morîtanyayê mijarên herêmî hat guftûgokirin.
Serokomar Erdogan got ku di serî da bazirganî, çandinî, masîvanî, ewlehî û pîşesaziya parastinê di navbera Tirkiye û Morîtanyayê da bi avêtina pêngavên berbiçav ên di gelek qadan da dikarin têkiliyan pêş bixin.
Erdogan diyar kir herdu welêt di pêvajoya bê da ji bo ku piştevaniya di platformên navneteweyî da zêde bikin dê xebatên xwe bidomînin.