Serokomar Erdogan: "Bi serkeftina pêvajoya Tirkiyeya Bêteror em ê dest bi nivîsandina çîrokeke nû bikin"
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got, "Bi serkeftina pêvajoya me ya ji bo Tirkiyeya Bêteror, em ê bi îzna Xwedê hem li navxwe û hem jî li derveyî welêt dest bi nivîsandina çîrokeke nû bikin."
Gökçe Karaköse
10 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 11 Tîrmeh 2026
İSTANBUL
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got, "Bi serkeftina pêvajoya me ya ji bo Tirkiyeya Bêteror, em ê bi îzna Xwedê hem li navxwe û hem jî li derveyî welêt dest bi nivîsandina çîrokeke nû bikin."
Erdogan di "Merasîma Mezûnbûna Efserên Erkdar ya Zanîngeha Parastina Neteweyî" da axivî.
Serokomar Erdogan got ku "Di nava 10 salan da Zanîngeha Parastina Neteweyî bûye yek ji saziyên me yên perwerdeyê yên herî bi navûdeng û sitêrkeke geş li qada cîhanî."
Erdogan diyar kir şer êdî ne tenê li eniyên pêş tên meşandin; şer ligel êrîşên sîber û kampanyayên dezenformasyonê jî tên kirin.
Serokomar Erdogan destnîşan kir di vê serdema ku di paradîgmaya ewlehiya navneteweyî da guherîneke radîkal çêdibe dewleta wan dibe qutbeke pergala nû.
Erdogan diyar kir gava ber bi armancên xwe yên 'Sedsala Tirkiyeyê' va diçin, wê qet ji bîr nekin ku 86 milyon xwîşk û bira ne û xwediyê çarenivîseke hevpar in û wiha axivî, "Em nikarin ewlehiya Tirkiyeyê radestî kesî bikin û em qet nikarin di mijara ewlehiya xwe ya neteweyî da tawîzê bidin. Bi serkeftina pêvajoya me ya ji bo Tirkiyeya Bêteror, em ê bi îzna Xwedê hem li navxwe û hem jî li derveyî welêt dest bi nivîsandina çîrokeke nû bikin."
Serokomar Erdogan: "Bi serkeftina pêvajoya Tirkiyeya Bêteror em ê dest bi nivîsandina çîrokeke nû bikin"