Koray Taşdemir
29 Hezîran 2026•Rojanekirin: 29 Hezîran 2026
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bi Şansolyeyê Almanyayê Frîedrîch Merz ra bi telefonê axivî.
Li gorî daxuyaniya Serokatiya Ragihandinê ya Serokomariyê, di axaftinê da serokan têkiliyên dualî yên Tirkiye û Almanyayê û her wiha mijarên herêmî û cîhanî gotûbêj kirin.
Serokomar Erdogan di axaftinê da diyar kir armanca wan ew e ku ew têkiliyên Tirkiye û Almanyayê pêşva bibin û ji bo vê jî avêtina gavên bi hev ra girîng e.
Erdogan anî ziman ew li bendê ne ku Ewropa di Civîna Serokên NATOyê ya ku wê li Enqereyê bê lidarxistin da, di bingeha NATOyê da parastina xwe xurt bike û îradeyeke xurt bê nîşandan ku "têkiliya transatlantîkê" were parastin.
Serokomar Erdogan daxuyand ji bo ku di şerê navbera Rûsya û Ukraynayê da aştiyeke mayînde çêbibe ew hewl didin, ji bo ku mizakere ji nû va dest pê bikin û pêvajoya dîplomatîk zindî bibe, ew dixebitin.