Hamdi Dindirek
24 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 24 Tîrmeh 2026
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got, "Em serbilind û kêfxweş in, ev cihê pîroz hem bi mîmariya xwe û hem jî bi girîngiya xwe ya cîhanî berhemeke cuda ye."
Erdogan danê nîvro ji mala xwe ya li Kisikliya Uskudarê derket û çû Mizgefta Hezretî Elî.
Serokomar Erdogan piştî nimêja înê ji çapemeniyê ra axivî.
Erdogan ji bo salvegera 6emîn ya vekirina Mizgefta Mezin ya Ayasofyayê ku ji bo îbadetê hatibû vekirin got, "Em serbilind û kêfxweş in, ev cihê pîroz hem bi mîmariya xwe û hem jî bi girîngiya xwe ya cîhanî berhemeke cuda ye."
Serokomar Erdogan li ser pirsa der barê Lûtkeya NATOyê ya li Enqereyê da jî got, "Piştî 20 salan pêşî li Stenbolê û paşê jî li Enqereyê lûtke hatin lidarxistin. Herdu jî ji bo me dewlemendî û kêfxweşiyeke mezin bûn."