Mümin Altaş
11 Hezîran 2026•Rojanekirin: 11 Hezîran 2026
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan wiha got: "Hîva Sor a Tirkiyeyê ya tevî şert û mercên dijwar destê alîkariyê dirêjî mezlûm û mexdûran dike, li kêleka hemû kesên ku hewcedariya wan heye disekine, birînên ku ji ber şer û afatên siruştî çêbûne derman dike û dibe hêviya mirovahiyê."
Serokomar Erdogan ji ber 158emîn salvegera avabûna Hîva Sor a Tirkiyeyê peyamek weşand.
Erdogan di peyama xwe da got Hîva Sor a Tirkiyeyê ya ku sembola alîkarî, merhemet, dilovanî û hevkariya gel e, bi xizmetên xwe yên fedakar û bibandor ên ku sînoran derbas dikin va di vî warî da yek ji saziyên herî rêzdar ên dinyayê ye.
Serokomar Erdogan wiha axivî: "Hîva Sor a Tirkiyeyê ya tevî şert û mercên dijwar destê alîkariyê dirêjî mezlûm û mexdûran dike, li kêleka hemû kesên ku hewcedariya wan heye disekine, birînên ku ji ber şer û afatên siruştî çêbûne derman dike û dibe hêviya mirovahiyê. Ez bawer dikim ku Hîva Sor a Tirkiyeyê wê ji vir şûn da jî bi awayê herî baş nûnertiya welatê me bike. Dixwazim bi bîr bînim ku ew hêza xwe ya ku ji bo xizmeta aştî, aramî, biratî û dostaniyê xerc dike ji alîkarî û piştgiriya miletê me hildide. Bi wesîleya avabûna salvegera wê ez hemû dildarên wê ji dil û can silav dikim û bang li miletê me yê ezîz dikim ku ew piştgiriyê bidin vê saziya me ya bijarte."