Buğrahan Ayhan
09 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 09 Tîrmeh 2026
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan digel Serokê Konseya Yekîtiya Ewropayê (YE) Antonio Costa û Seroka Komisyona YEyê Ursula von der Leyenê civiya.
Serokatiya Ragihandina Serokomariyê derbarê hevdîtina Serokomar Erdogan a digel Costa û Leyenê ku di çarçoveya 36emîn Lûtkeya NATOyê ya Serokdewlet û Serokhikûmetan da li Enqereyê bûn, daxuyanî da.
Li gorî vê di civînê da têkiliyên Tirkiye-DYAyê digel mijarên herêmî û kûrewî hatin gotûbêjkirin.
Serokomar Erdogan di civînê da anî ziman ku hêviya Tirkiyeyê vejandina pêvajoya endamtiya YEyê ye, ji bo vê hêvîdar e ku mekanîzmayên peywendîdar bên destbikarkirin.
Serokomar Erdogan di hevdîtinê da diyar kir ku Tirkiye ji bo beşdarbûna ewlehiya Ewropayê hewl dide û ew li bendê ne ku li gorî qanûnên hevpeymaniya NATOyê gavên pêwîst bên avêtin.