Aykut Yılmaz, Meriç Ürer
30 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 30 Tîrmeh 2026
Serokê TBMMê Numan Kurtulmuş derbarê sererastkirinên di çarçoveya pêvajoya Tirkiyeya Bêteror da got, "Tirkiye êdî qet dê bi belaya terorê ra mijûl nebe."
Kurtulmuş li Hola Merasimê ya TBMMê beşdarî "Merasima Teqdîma Madalyona Îstiqlalê ji Bo Îneboluyê" bû û gotarek pêşkêş kir.
Serokê TBMMê Kurtulmuş destnîşan kir ku ew serbilind in ku welatiyên Tirkiyeyekê ne ku her roj di pîşesaziya parastinê, siyaseta derva, aborî û di her warî da xurttir dibe.
Kurtulmuş tekezî kir ku ew li ber wê yekê ne ku bi awayekî daîmî ji pirsgirêka terorê rizgar bibin ku nêzîkî nîveka sedsala yekem a Komarê, heba kir.
Kurtulmuş herwiha got, "Di encama xebata Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê da, ku par dest pê kir ku me civînên wê me li vê holê li dar dixistin Di encama vê xebatê da ku di TBMMê da bi îradeya hevpar a hema hema hemû partiyên me şikil girtiye, û wekî nexşerêyekê hatiye ragihandin, em gihîştine qonaxek diyarkirî. Armanca li pêşiya me, avakirina "Tirkiyeyeke Bêteror" e. Em niha vê projeya emperyalîst, terorîzmê, ku nêzîkî 50 salê vî gelî heba kir, bû sedema gelek şehîdbûnan, gelek malbat di êşê da hişt û bû sedema windakirina trîlyon dolar ji pereyên vî welatî, dişînin çopxaneya dîrokê. Tirkiye careke din neçar nabe ku bi terorê ra, bi belaya terorê ra mijûl bibe. Karê ku me ji bo vê armancê dikir, hema hema qediya ye.
Em hêvî dikin ku em hemû bibin şahidê pêvajoyeke qanûnî ku bi lihevkirina hemû partiyên me derkeve holê. Ev qanûna ku dê were derxistin bi tu awayî efûyeke giştî nine. Bi tu awayî efûyeke şexsî nine. Ew ê qanûneke demkî be ku tenê ji bo rêxistina hilweşiyayî be. Bi vê qanûnê dê li Tirkiyeyê têgihiştina efûyeke giştî qet neyê holê. Mesele ev e ku ev qanûn tenê piştî ku çek bên danîn, rêxistin bi tevahî xwe hilweşîne, û were destnîşankirin û tomarkirin ku rêxistina terorê êdî di pratîkê da tune ye, dê bikeve rewacê. Mesele tenê amadekirina qanûnekê jî nîne, ev der TBMM ye. Li TBMMyê her hefte gelek qanûn derdikevin. Li Tirkiyeyê heke hewce bike qanûnên din jî derdikevin. Ya girîng vekirina deriyê heyameke nû ye. Bi qebûlkirina vê qanûnê ra bi destûra Xwedê deriyên heyama nû wê tam vebin, li Tirkiyeyê heyama biratiyeke nû wê dest pê bike."
Kurtulmuş diyar kir, di nava yekîtî û bihevrabûnê da Komara nû bi serkeftî hat avakirin, esrek şûnda jî di nava yekîtî û bihevrabûnê da li vê erdnîgariyê di heyama ku dinyayeke nû ava dibe da ew ê hemû bi hev ra rûpela Tirkiyeya xurt û muqtedîr vekin ku bi rêzdarî qala wê tê kirin.
Kurtulmuş destnîşan kir ku wan heta niha pêvajo bi hesasiyeteke mezin meşand û hewl da ku hewildana her kesî hevpar bibe û wiha dewam kir, "Ev biryardariyek e. Di vê qadê da hişê dewletê û îrfana milet dibe yek. Heke hişê dewletê û îrfana milet nebûya yek, bi tu awayî pêkan nedibû ku di mijara 'Tirkiyeya Bêteror' da gavên ev qas xurt werin avêtin. Êdî hemû êş û keder, bîranînên dijwar ên ku heta niha li ser hatin axaftin, wê tev li paşda bimînin û înşeallah em ê li pêşiya Tirkiyeyê deriyên heyameke nû vekin."
Kurtulmuş bal kişand ku pêşketina Tirkiyeyê girêdayî piştevaniya neteweyî, biratî û xurtkirina demokrasiyê ye û wiha "Heke em hemû bi hev ra vê pêk bînin, di vê îstiqametê da bimeşin, tu hêz nikare li pêşiya Tirkiyeyê bisekine, ne li Rojhilatê ne li Rojavayê ne li Bakur ne li Başûr, tu hêz tuneye û wê tunebe ku pêşî lê bibire."