Ali Kemal Akan, Oğuzhan Sarı, Huzeyfe Tarık Yaman
15 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 15 Tîrmeh 2026
Serokê TBMMê Kurtulmuş di Merasima Bîranîna 15ê Temûzê Roja Demokrasî û Yekîtiya Neteweyî ya ku bi mijara, "Di sala 10emîn da 15ê Temûzê: Îrade ya Me, Serfirazî ya Me" ya ku bi beşdariya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, li Baxçeyê Millet ê Beştepeyê, hat lidarxistin da, axivî.
Kurtulmuş di axaftina xwe da bal kişand ser pêvajoya Tirkiyeya Bêteror û wiha got:
"Yek ji erkên me yên giring ew e ku bi destûra Xwedê, pêvajoya 'Tirkiyeya Bêteror' a ku me di bin serokatiya Serokomarê xwe de û bi rêberiya bêhempa ya Birêz Devlet Bahçeli dest pê kir, bi serkeftî biqedînin û bi amadekirina qanûnên pêwîst di Meclîsa Mezin a Milet a Tirkiyeyê da bigihîjin xala dawî. Bi vî awayî, emê jîngehekê biafirînin ku me 50 salî xwe di rêya têkoşîna dijî terorê da wenda kir. Emê jîngehekê biafirîn ku take ewladekî vî welatî jî êdî çek hilnegire. Emê Tirkiyeyeke bêteror ava bikin, ku yek ji hêmanên herî giring ên ewlehiya me ya neteweyî ye."
Kurtulmuş diyar kir ku duyemîn karê sereke yê vê rêyê destûreke nû û bihêz e ku layîqî vî miletî ye û got, "Divê ev mijara ku em bi salan e nîqaş dikin bi têgihîştineke hemdem, demokratîk, beşdar, berfireh û neteweyî ya destûrê were çareserkirin û ez hêvî dikim ku piştî ku em xebata xwe ya li ser 'Tirkiyeya Bêteror' di Meclîsa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyeyê d temam bikin, divê em bi hewldanên hevbeş ên hemî partiyên siyasî di zûtirîn dem da pêvajoya nivîsandina destûreke nû jî bidin destpêkirin."