Abdullah Sarica
07 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 07 Tîrmeh 2026
Serokê Ragihandina Serokomariyê Burhanettîn Duran beşdarî bernameya bi navê "Mitefîq li Enqereyê ne" ya di çarçoveya Civîna Serokên Dewlet û Hikûmetên NATOyê da bi hevkariya Serokatiya Ragihandinê ya Serokomariyê, Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê (MSC) û Weqfa Lêkolînên Siyaset, Aborî û Civakî (SETA) li Enqere Palasê hat lidarxistin, bû.
Duran di axaftina xwe ya li vir da anî ziman Tirkiye îro û sibê bi beşdariya serokên mitefîq va wê mazuvaniya Civîna NATOyê ya 36emîn bike.
Duran bi bîr xist ku piştî Civîna NATOyê ya ku di sala 2004an da li Stenbolê çêbû, ev duyemîn civîn e ku li ser axa Tirkiyeyê çêdibe.
Duran daxuyand Tirkiye ji sala 1952yan û vir va endamekî dilsoz ê NATOyê ye û ji wê demê û heta niha feydeya Tirkiyeyê gihîştiye parastina kolektîf, astengkirin û sazûmaniya fermandariyê ya îtifaqê.
Duran destnîşan kir ku Tirkiyeyê bi serokatiya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ekosîstemeke sazûmaniya parastina neteweyî ava kiriye.
Duran bi bîr xist ku Tirkiyeyê lêçûnên xwe yên parastinê ji asta ji sedî 2yan zêdetir kirine û got budceya parastinê ya ku di sala 2021ê da 13 milyar dolar bû, di sala 2025an da gihîştiye nêzîkî 32 milyar dolarî.
Duran diyar kir ku îxracata parastin, feza û hewageriyê ji asta 10 milyar dolarî derbas kiriye û rêjeya hilberîna navxweyî ya di nav pîşesaziya parastinê da jî gihîştiye ji sedî 82yan.