Dilhan Türker Yıldız
23 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 23 Tîrmeh 2026
Serokê Ragihandina Serokomariyê Burhanettin Duran got, "Ez serdegirtina provakatîf a Mizgefta Eqsayê ji aliyê wezîrê Îsraîlê ya digel komeke tundrew, bi tundî şermezar dikim."
Duran ji ser hesabê xwe yê NSosyalê va derbarê serdegirtina Mizgefta Eqsayê parvekirinek kir.
Duran di parvekirina xwe da wiha got:
"Ez serdegirtina provakatîf a Mizgefta Eqsayê ji aliyê wezîrê Îsraîlê ya digel komeke tundrew, bi tundî şermezar dikim. Ti hewldanek ji bo binpêkirina pîroziya Mizgefta Eqsayê nayê qebûlkirin. Ev gavên yekalî yên hikûmeta qirkirinê ya Netanyahu ji bo têkbirina statuya dîrokî û qanûnî ya Qudsê, aloziyên li herêmê hîn zêdetir dikin û zirarê didin hêviyên ji bo aştiyeke mayînde. Wekî ku Serokomarê me, Birêz Recep Tayyip Erdogan, di her fersendê da diyar kiriye, parastina statuya dîrokî ya Quds û Mizgefta Eqsayê ne tenê berpirsiyariyeke herêmî ye, lê di heman demê da berpirsiyariyeke hevpar a civaka navneteweyî ye jî. Di bin serokatiya Serokomarê me da, em ê wekî Tirkiye bi biryardarî mafên rewa yên gelê Filistînê û mafên Qudsê yên li ser bingeha hiqûqa navneteweyî biparêzin."