Buğrahan Ayhan
03 Tebax 2026•Rojanekirin: 03 Tebax 2026
Serokê Ragihandina Serokomariyê Burhanettîn Duran ragihand, di dewreke ku teşebisên dîplomatîk seba agirbest û aştiya mayînde ya li Xezeyê hêviyê didin da êrîşên dawîn ên Îsraîlê birin ser sivîl û binesaziya tenduristiyê, bi awayekî zanetî sabotekirina her cure hewildana ji bo aştiyê ye.
Duran li ser hesabê xwe yê NSosyalê bertek nîşanî êrîşên Îsraîlê yên dijî Xezeyê da.
Serokê Ragihandinê Duran di daxuyaniya xwe da diyar kir ku ev êrîş guh nade mafê jiyana jin, zarok û sivîlên mesûm û wiha dewam kir: "Ev êrîş nîşan dide ku hikûmeta Netanyahu naxwaze pevçûnan bi dawî bike, berevajiyê wê dixwaze zêdetir bike. Ev polîtîka îstiqrara herêmê tehdîd dike û divê civaka navneteweyî li gorî rêgezan helwesteke xurtir nîşan bide. Tirkiye wê bi serokatiya Serokomarê me Birêz Recep Tayyîp Erdogan hiqûqa navneteweyî, rûmeta mirovî, mafên meşrû yên gelê Filistînê biparêze û piştgiriya xwe ya ji bo hewildanên aştiya adil û mayînde bidomîne."