Zafer Fatih Beyaz
24 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 24 Tîrmeh 2026
Serokê Ragihandina Serokomariyê Burhanettin Duran got, "Di salvegera jinûva vebûna Mizgefta Şerîf a Ayasofyaya Kebîr ji îbadetê ra, em ji Xwedayê mezin niyaz dikin ku bangên nimêjê, sela û îbadet li vê mabeda pîroz bidomin."
Duran di parvekirina xwe ya li ser hesabê xwe yê NSosyalê da derbarê 6emîn salvegera Mizgefta Şerîf a Ayasofyaya Kebîr ku 24ê Temûza 2020an, piştî 86 salan yekemîn nimêj hatibû edakirin da parvekirin kir.
Duran destnîşan kir ku emaneteke sedsale, bi dueyên gel û tekbîran gihîştiye nasnameya xwe ya eslî û got, "Ev gava dîrokî ya ku bi pêşengiya Serokomarê me Cenabê Serokomar Recep Tayyîp Erdogan hat avêtin, bû yek ji tezahurên herî bihêz ya xwedîlêderketina îradeya dîrok û şaristaniyeta gelê me û mîrata weqfê. Di salvegera jinûva vebûna Mizgefta Şerîf a Ayasofyaya Kebîr ji îbadetê ra, em ji Xwedayê mezin niyaz dikin ku bangên nimêjê, sela û îbadet li vê mabeda pîroz bidomin."