Ali Kemal Akan
05 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 05 Tîrmeh 2026
Serokê Meclisa Milet a Mezin a Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş der barê pêvajoya "Tirkiyeya Bêteror" da got, "Vêga bi destûra Xwedê beriya ku ev mehên havînê derbas bibin, kar û barên li gorî pêdiviyên vê raporê wê werin kirin. Bi danîna çekan, tasfiyekirina rêxistina terorê û bi qanûnên ku wê li Meclisê bên derxistin va ev mijar wê bi temamî li dû me bimîne û li welêt yekîtî û hevrabûn serdest be. Hêvî dikim beriya ku parlamentoya me têkeve betlaneyê, piraniya vî karî kuta bibe û bêhna Tirkiyeyê were ber."
Li herêma Sefîneyê ya Çiyayê Cûdiyê ya li Şirnexê di hîmayeya Kurtulmuş da "Merasima Bibîranîna Hezretî Nuh" hat lidarxistin. Kurtulmuş di merasimê da axivî û wiha dest pê kir:
"Evdên Xwedayê ku xwediyê Rojhilat û Rojava ye, Rebbê Tirk, Kurd, Ereb û hemû mirovan e, malikê erş û kursiyê wê, yê kaînat û mukewwenatê ye, Misilmanên ezîz, ez bi hezkirin û rêzdarî we silav dikim, hûn bi xêr hatin."
Kurtulmuş daxuyand, ew kêfxweş e ku li Şirnexa Şehrê Nuh e û diyar kir, di Qur'ana Pîroz da ji qiseyên herî girîng ên ku divê jê ders werin hildan yek jî qiseya Hezretî Nuh e.
Serokê Meclisê Kurtulmuş wiha axivî:
"Rebbê Kurdan jî yek e, Rebbê Tirkan jî yek e. Di navbera Kurd û Tirkan da tu taybetiye cuda a çandî û baweriyê tuneye. Êdî Ahmetê me yê Kurd û Mehmetê me yê Tirk wê ligel hev di pola heman dibistanê da bin, wê di heman fabirqeyê da bixebitin, bibin ewladê heman welatî, ji bo pêşketina zêdetir wê bi hev ra têkoşînê bidin.
Tu ferqa zarokê Selahaddînê Eyyubî û zarokên Kiliçarslan, Alparslan tuneye. Di navbera fikrên Ahmedê Xanî, Mela Ahmedê Cizîrî, Feqiyê Teyran û Yunus Emre û Mewlanan Celaleddîn da qasî herfekî jî cudatî tuneye. Em ê tu carî vê yekîtî û bihevrabûna mezin ji destê xwe nekin. Destûrê nedin ku ev yekîtî û bihevrabûn ji bo xizmeta berjewendiyên hinekên din were bikaranîn. Em ê wekî bîbika çavên xwe biratî, yekîtî, bihevrabûn, xurtbûna xwe biparêzin. Em bibin yek, bi hevra bin, dilê me bi hev ra be, bi destûra Xwedê ez bawer dikim ku careke din li tu derê vî welatî tu ewladekî vî welatî wê rastî terorê neyê, tu mirovê me wê tu carî nebe mexdûrê terorê."
Piştî axaftina Kurtulmuş Serokê Kar û Barên Diyanetê Safî Arpaguş dia kir, wekî nîşaneya aştiyê di destan da çiqilên zeytûnê hebûn û kevok hatin firandin.
Piştî merasimê Grûp Tîllo konser da.
- Nîşe
Serokê Meclisp Kurtulmuş dema ku hat Çiyayê Cûdiyê bi merasima eskerî hat pêşwazîkirin.
Merasimê bi kirina nimêja nîvro ra ders pê kir. Kurtulmuş li vê derê bi cimaetî nimêj kir û dia kir.
Piştî nimêjê Kurtulmuş wekî temsîlî tuxleya xîmê Mizgefta Hz. Nuh Nebî ya Sefîneyê avêtê Serokê Diyanetê Arpaguş dia kir.