Ekip
11 Hezîran 2026•Rojanekirin: 11 Hezîran 2026
Serokê Meclisê Numan Kurtulmuş der barê pêvajoya Tirkiyeya Bêteror da wiha got: "Di heyameke ku evqasî reşweke erênî hatiye bidestxistin da, divê hemû partî xebatên xwe yên hevbeş bidomînin ku ew bilez bigêhêje encamê."
Serokê Meclisê Kurtulmuş li Enqereyê bi Seroka Meclisa Neteweyî ya Zambiayê Nelly Muttî ra civîneke çapemeniyê ya hevpar li dar xist.
Kurtulmuş di civînê da axivî û pirsên rojnamevanan bersivandin
Serokê Meclisê Kurtulmuş der barê gotinên Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu yên li dijî Serokomar Recep Tayyîp Erdogan da gotibû, rexne kir û wiha axivî: "Tu qîmeta gotinên ku ji aliyê Serokwezîrê destbixwîn ê Îsraîlê va hatine gotin tune û di raya giştî ya cîhanê da jî misqalek giraniya wan tune."
Kurtulmuş behsa pêvajoya Tirkiyeya Bêteror kir û got ew gihîştiye asteke baş û wiha axivî: "Di heyameke ku evqasî reşweke erênî hatiye bidestxistin da, divê hemû partî xebatên xwe yên hevbeş bidomînin ku ew bilez bigêhêje encamê."
Serokê Meclisê Kurtulmuş der barê pirsgirêka di navbera CHPyê da çêdibe da jî wiha got: "Meclis tu carê nebûye alîgirê vê niqaşê, nabe û wê qet nebe jî."