Haydar Karaalp
02 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 02 Tîrmeh 2026
Serokê Teşkîlata Îstixbaratê ya Neteweyî (MÎT) Îbrahîm Kalin li Silêmaniya bajarê Iraqê bi Serokê Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) Bafel Talabanî ra hevdîtin kir.
Li gor daxuyaniya nivîskî ya ku ji YNKyê hat dayîn, Kalin û Talabanî li herêma Debaşanê ya Silêmaniyê hevdîtin kir û li ser geşedanên dawî yên li herêmê sekinîn û giringiya parastina îstiqrarê ya herêmî destnîşan kir.
Her wiha her du alî li ser pêvajoya "Tirkiyeya Bêteror" jî sekinîn û Talebanî ji bo serkeftina pêvajoyê piştgiriya YNKyê dubare kir.
Di daxuyaniyê da wiha hat gotin, "Em li ser rêça Serokomar Mam Celal ji bo pêtkirina jiyana hevpar û ji bo ku li tevahiya Rojhilata Navîn aştiyeke berfireh pêk were û ev aştî piştgiriya ewlehî û îstiqrarê bike em dixebitin ku ev pêngava giring û dîrokî serkeftî bibe."
Di hevdîtinê da her du aliyan di çarçoveya parastina berjewendiyên hevpar da giringiya xurtkirina têkiliyên dualî destnîşan kir.
Serokê MÎTê Kalin li Hewlêrê bi serokê PDKyê Mesûd Barzanî ra jî hevdîtin kir
Serokê MÎTê Kalin li Hewlêrê bi Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesûd Barzanî ra li Pîrmama bajaroka Hewlêrê hevditin kiribû û geşedanên dawîn ên li herêmê û mijarên rojevê yên bandorî ewlehî û îstiqrarê dikin, guftûgo kiribûn.
Di hevdîtinê da têkiliyên navbera HKI, Iraq û Tirkiyeyê û giringiya xurtkirina kordînasyona qadên cihê jî hatibûn teyîdkirin.
Kalin bajarê Kerkûkê ziyaret kir
Îbrahîm Kalin di çarçoweya ziyareta xwe ya Kerkûkê da bi Serokê Eniya Tirkmenên Iraqê (ETI) Mihemed Seman Axa li Walîtiya Kerkûkê hevdîtin pêk anîbû.
Serokê MÎTê Îbrahîm Kalin bi Serokomarê Iraqê ra hevdîtin kir
Kalin bi Serokomarê Iraqê Nîzar Amêdî ra li paytext Bexdayê hevdîtin kiribû û di hevdîtinê ji xeynî geşedanên herêmî û navneteweyî, mijarên xurtkirina hevkariya ewlekarî û îstixbaratê ya di navbera Tirkiye-Iraqê da hatibûn gotûbêjkirin.
Her wiha Serokê MÎTê Kalin li Iraqê bi Serokê Konseya Daraza Bilind Faîq Zeydan, bi Şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî Basim el-Bedrî û bi Serokê Giştî yê Partiya Teqadumê Mihemed Helbûsî ra jî hevdîtin pêk anîbûn.