Firdevs Bulut Kartal
02 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 02 Tîrmeh 2026
Serokê Lijneya Rêvebiriyê yê Baykarê Selçuk Bayraktar, destnîşan kir ku li cîhanê nêzîkî 15 hezar balafirên şer hene û wiha got, "Balafirên şer ên bêfirokevan di nav demê da, îhtimal heye di nav 30 salan da, cihê hemûyan bigire. Ev jî di asîmangeriya şer da wê bibe şoreşeke mezin."
Heyeta Meclisê ya bi serokatiya Serokê Meclisê Numan Kurtulmuş û heyeta Asambleya Parlamenteran a NATOyê ya bi serokatiya Serokê Asambleya Parlamenteran a NATOyê Marcos Perestrello De Vasconcellos çûn Navenda Teknolojiyê ya Ozdemir Bayraktar.
Şirketa teknolojiyê ya Tirk mazuvaniya heyetan kir û Serokê Lijneya Rêvebiriyê yê Baykarê Selçuk Bayraktar der barê xebatên şirketê yên di qada teknolojiyên parastinê û projeyên nûjen da agahî da wan.
Bayraktar di pêşkêşiya xwe da diyar kir tişta ku KIZILELMA dike, dikare bê şibandina tişta makîneya ku 20 sal berê Kasparov têk bir.
Mêvanan ev pirs ji Bayraktar pirsîn, "Hûn dikarin hinekî bêtir behsa hûrguliyên der barê balafirên şer ên bêfirokevan da bikin? Ew çawa bi balafirên şer ên bifirokevan yên îro ra tên berawirdkirin? Ji ber ku ew hê jî ji bo piraniya hêzên asîmanî wekî vebijarkek nayê hesibandin. Li gor we wê çiqas dem bigire ku ew ji bo Hêzên Asîmanî bibe vebijarkek?" û wî jî wiha bersiv da:
"Dema em li ceng, amadekarî, artêş û saziyên li dinyayê dinihêrin, em dibînin ku dara çûyî çi bûbe, xwe ji wê ra amade dikin. Lêbelê divê mirov xwe li gorî cara ku tê amade bike. Kesî serkeftina Bayraktar TB2yê pêşdatir nedît. Tu kesî. Yek jî kesî serkeftina FPVyan jî nedît. Tu kesî. Ne analîstên eskerî ne jî sûbayên astbilind. Kesên rê didin ber veguherînê, ew kes in ku wê kontrol dikin. Niha hûn dizanin, fîlma dawîn a Top Gunê çi bû? Dîsa têkbirina makîneyan a ji hêla hêza mirovî bû. Nexêr, ne wisa ye lewra makîne vê yekê dike. Fenanî cinawirekî.
A li vir ew, veguherînerên lîstikê yên paşerojê ne, wan bo nimûne divê em bi balafirên nifş yekem, duyem, sêyem, çarem, pêncem an jî şeşem ra qiyas nekin. Ew ne nifşa heftem, balafira cengê ya bêfirokevan a nifşekî jî nînin.
Ev cureyekî cuda ne. Ev robot in. Hin welat bo nimûne DYA, qala balafira cengê ya nifş şeşem dike. Ev platformeke bifirokevan e. Ev jî platformeke bêfirokevan e, platformek e ku nifşeke wê tuneye. Ev robotek e. Cinawirek e. Pir xeternak e. Erzan e. Hûn dikarin wê perwerde bikin. Ji sedî 90î firînên jetan çi ye? Firînên perwerdeyê ne. Anku heger 10 balafirên we hebin, di temamî jiyana xwe da 9 ji wan ji bo perwerdeyê tên emilandin. Di destê we da bi tenê balafirek dimîne ku şer bike.
Li vê derê pêdivî bi perwerdeyê tuneye, lewra hewcedariya kompîturekê bi vê yekê tuneye. Tenê nivîsbarî. Piştî ku carekê hat optîmîzekirin û şûnda timî tê optîmîzekirin, kar kuta dibe. Hûn di heman kêliyê da dikarin kapasîteyê kopî bikin.
Kopîkirina kapasîteyê qasî mîkrosaniyeyan e dewam dike, qasî rojanekirina nivîsbarekê. Nexwe ev ê kîngê were? Ev pirseke baş e. Demeke dirêj wê bikişîne. Lêbelê di şerekî da dema ku her kesî kapasîteyên xwe nîşan dan, wê were. Û wê were jî. Em di vê mijarê da pêşeng in, muhtemelen em ê vê yekê nîşanî dinyayê bidin."
Selçuk Bayraktar li ser pirsa "Hûn vê teknolojiyê 10, 20 sal şûnda çawa xeyal dikin? Lewra belkî jî em hê di destpêkê da ne. Li gorî min ev şer bi temamî bi vê teknolojiya nû ra têkildar e, di paşerojê da. Belkî jî ew kesê wê bibe wesîle hûn in ku em di nava 10, 20 salan da vê teknolojiyê xeyal bikin." wiha bersiv da:
"Xeyalkirina 30 sal şûnda zehmet e... Lê ez dikarim bêjim ku di nava 10 salan da wê çi bibe: Dron û ÎHA wê mezin bibin. Wê berên cuda cuda werin çêkirin. Li dinyayê bi qasî 15 hezarî balafirên şer hene. Balafirên şer ên bêfirokevan wê piştî wexta, îhtimal e ku di nava 30 salî da şûna tevan bigire. Ev jî wê di asîmangeriya şer da bibe şoreşeke mezin. Û ez hêvî dikim ku rojek wê dinya pergala xwe cardin têxe yek ku em bikaribin bibêjin 'çek ne baş in'. Hêvî dikim ku em vê, rojekê bikin. Lêbelê vê gavê wextê wê nîne, mixabin. Hemû sazî, hemû rê û rêbaz, her yek, libo libo têk diçin."