Dilara Karataş
08 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 08 Tîrmeh 2026
Serokê Amerîkayê Donald Trump der barê rêkeftina bi Îranê ra got, "Ji bo min qediyaye. Ez êdî naxwazim bi wan ra li hev bikim."
Serokê Amerîkayê Trump berî 36emîn Lutkeya Serokdewlet û Serokhikûmetên NATOyê ya ku li Kuliyeya Serokomariyê tê lidarxistin, digel Sekreterê Giştî yê NATOyê Mark Rutte daxuyanî da mensûbên çapemeniyê.
Trump qala rêkeftina bi Îranê ra kir û wiha got, "(Rêkeftina bi Îranê ra) Ji bo min qediyaye. Ez êdî naxwazim bi wan ra li hev bikim."
Trump di berdewamiyê da wiha axivî, "Bi min ev kar qediyaye. Ji xwe ez naxwazim serê xwe bi wan biêşînim, lêbelê ew mexlûqên adî ne. Hûn dizanin mexlûqê adî çi ye? Ew mexlûqên adî ne. Ew însanên nexweş in. Ji hêla însanên nexweş tên birêvabirin û însanên bêrehm û tundrev. Û heger çekeke wan a nukleerî hebûya dê ev biemilandana. Bi ya min, ev kar qediyaye."
Trump got ku ew ê bi mizakerevanên Amerîkayî ra biaxive û wiha got, "Bi ya min, mijûlbûna bi wan ra bi tenê ziyana demî ye, ew derewkar in. Em ê rêkeftinekê bikin û heger ez bi wî ra rêkeftinekê bikim, rêkeftineke me dê çêbe."
Trump her wiha bal kişand ku ew ji Serokomar Recep Tayyîp Erdogan hez dike, lewra Erdogan ji bo wî xalîçeya sor da raxistin.