Zeynep Katre Oran, Dildar Baykan Atalay
08 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 08 Tîrmeh 2026
Serokê Amerîkayê Donald Trump got, "Îhtimaleke mezin em ê îşev derbeyeke pir giran li Îranê bixin."
Trump û Serokdewletê Ukraynayê Volodimîr Zelenskiy piştî 36emîn Lûtkeya Serokên Dewlet û Hikûmetan ya NATOyê ku li Enqereyê hat kirin, daxuyanî dan çapemeniyê.
Serokê Amerîkayê Trump pesnê Serokomar Recep Tayyîp Erdogan da û wiha got, "Mirovekî bihêz û baş e. Karekî pir baş kir. Her tişt bêkêmasî derbas bû. Me hevdîtineke bi rastî jî berhemdar kir."
Trump bi bîr xist piştî ku Îranê li Tengava Hurmuzê keştiyên bazirganî hedef girt, Amerîkayê jî Îran hedef girtiye û wiha got, "Me duh bi şev pir bi tundî li wan xist. Îhtimaleke mezin em ê îşev derbeyeke pir giran li Îranê bixin."
Trump destnîşan kir ku ew ê rê nedin Îranê ku bibe xwdiyê çekên nukleerî û got bernameya nukleerî ya vî welatî mijara sereke ya rojeva di danûstandinên bi Tehranê ra bû.
Trump got ku "Pir hêsan e, em nikarin rê bidin ku Îran bibe xwediyê çekeke nukleerî."