Selen Valente Rasquinho
08 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 08 Tîrmeh 2026
Sekreterê Giştî yê NATOyê Mark Rutte roja ewil a Civîna Enqereyê wekî "serkeftineke mezin" pênase kir û wiha got, "Wekî encam NATOyeke pir xurtir û di nava NATOyeke pir xurtir da Ewropayeke pir xurtir derdikeve holê."
Rutte di roja duyem a Civîna Enqereyê ya NATOyê da beriya rûniştina sereke ya "Civîna Konseyê ya Atlantîka Bakur" ku wê serokên dewlet û hikûmetan bicivîne, daxuyanî da mensûbên çapemeniyê.
Rutte spasiya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, Hikûmeta Tirkiyeyê û şêniyên Enqereyê kir û wiha got, "Em bi rastî vê pîroz dikin. Ev civîneke girîng e. Hûn mazûvanên pir nazik in."
Rutte daxuyand, Civîna Laheyê ya ku par hat kirin bi temamî li ser plankirin û kifşkirina armancan bû, Civîna Enqereyê jî li ser sepandin û pêkanîna van armancan e.
Rutte destnîşan kir, di tevahiya îtifaqê da kapasîteya xerckirinê, veberhênanên sanayiya parastinê zêde bû û ji bo roja ewil a Civînê wiha got, "Duh serkeftineke mezin bû. Pêngavên mezin hatin avêtin, gelek peymanên nû, gelek teahudên nû hatin eşkerekirin."
Rutte diyar kir ku ji hêla Amerîkayê gava bê nihêrîn, tê dîtin ku di nava mitefiqan da lêçûnên berevaniyê ketine dirûvekî hevsengtir û wiha dewam kir:
"Di çarçoveya hedefa ji sedî 5an da ji xwe em îsal gihîştin ji sedî 4an, ev bi rastî jî geşedaneke derasayî ye. Helbet ev bi tenê bi saya serê Serok Donald Trump çêbû. Tehdîda ji ber Rûsyayê jî sedemeke giring a vê yekê ye. Lêbelê heger mirov rastgo be, bi rastî jî handana Serok Trump a bo mitefiqên li Ewropayê û her wiha Kanadayê ya ji bo kirina vê yekê, bû alîkar û encamên wê jî tên dîtin."
Sekreterê Giştî got ku wekî encam NATOyeke bihêztir û di nava NATOya bihêztir da jî Ewropayeke bihêztir derkeve holê. Rutte her wiha der heqê bendewariya xwe ya ji bo rûniştina îro da jî wiha got:
"Ez îro li bendê me ku mitefiq du mijaran bi eşkereyî piştrast bikin. Yek, Îran divê tu wextî nebe xwedî kapasîteya çeka nukleerî. Dudu, regeza azadiya seyruseferê ye. Ji hêla stratejîk pir giring e ku Tengava Hurmuzê dîsa bi temamî vekirî be. Ev yek ji bo 32 mitefiqan hemûyan xwedan giringiyeke heyatî ye."