Tuğba Altun, Muhammet Tarhan, Sümeyye Dilara Dinçer
07 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 07 Tîrmeh 2026
Sekreterê Giştî yê NATOyê Mark Rutte di Foruma Pîşesaziyê ya Parastinê da ragihand ku îtifaq bi kirîna 10emîn balafira Airbus A330 MRTTyê va wê kapasîteya hêza xwe ya hewayî zêde bike.
Rutte di Foruma Pîşesaziyê ya Parastinê ya ku di çarçoveya Civîna Serokên Dewlet û Hikûmetên NATOyê ya 36emîn hat lidarxistin da der barê projeyên nû yên îtifaqê da axivî.
- NATO wê bibe xwediyê 10emîn balafira Airbus A330 MRTTyê
Rutte diyar kir ku danezana wan ya ewil ya îro der barê platformeke nû da ye.
Rutte got ev platforma di nav NATOyê da dema li hewayê be, wê bikaribe li hewayê veguhastina sotemeniyê û neqilkirina alavan bilez bike.
Rutte daxuyand ev ji bo xurtkirina astengkirinê ya di qada parastinê da ya hêza hewayê girîng e.
Rutte anî ziman çend mitefîq wê îro bi fermî wê der barê 10emîn balafira Airbus A330 MRTTyê ya ku wê beşdarî Fîloya Veguhestina Tankerên Pirarmanc a Pirneteweyî da agahiyan ragihînin û bi vî awayî ew ê nêzîkî fîloyeke balafiran a bi tevahî ji 12 balafirên Airbus A330 MRTTyê pêk tê, bibin.
Rutte her wiha daxuyand mitefîqan projeyeke nû ya pirneteweyî ya balê dikişîne ser balafirên Airbus A400Myê dane destpêkirin û destnîşan kir ku ev tê meneya kapasîteya veguhastina hewayî ya stratejîk a gerdûnî.
Rutte got platformên Airbusê li ser serokatiya pîşesaziya xurt ya Ewropayê, hevkariya nêzîk a NATO-Yekîtiya Ewropayê û feydeyên hevkarên pîşesaziyê yên li Amerîkayê hatine avakirin.
Rutte wiha got: "Ew hêza hewayî ya NATOyê di deh salên pêş da bi awayekî xurt, ewle û amade dihêlin."