Şerife Çetin, Selen Valente Rasquinho
07 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 07 Tîrmeh 2026
Mark Rutteê Sekreterê Giştî yê NATOyê awayê organîzebûna pîşesaziya parastinê ya Tirkiyeyê mînak nîşan da û wiha got, "Bi min ev modêleke pir balkêş e. Bi qasî dizanim, hin mitefiq vê modêlê vedikolin ku ka dikarin li welatê xwe bisepînin yan na."
Rutte di panela li Foruma Pîşesaziya Parastinê da axivî ku di roja yekem a Lutkeya NATOyê ya Enqereyê da hat lidarxistin û Ursula von der Leyena Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewropayê (YE) jî beşdar bû.
Rutte bal kişand, li Tirkiyeyê pîşesaziya parastinê girêdayî Serokatiya Pîşesaziya Parastinê ye ku ew jî rasterast girêdayî serokomar e. Rutte destnîşan kir ku 3 hezar şirketên pîşesaziya parastinê yên mezin, navîn û piçûk bi hev ra di nava hevkariyeke nêzîk da dixebitin.
Rutte diyar kir ku ev şirket ewil pêdiviyên Tirkiyeyê dabîn dikin û her wiha bo temamî coxrafyaya NATOyê û welatên dervayî NATOyê îxracatê dike û wiha got, "Bi min ev modêleke pir balkêş e. Bi qasî dizanim, hin mitefiq vê modêlê vedikolin ku ka dikarin li welatê xwe bisepînin yan na."