Pêşniyaza Qanûna Xurtkirina Piştevaniya Neteweyî û Yekparebûna Civakî ku di çarçoveya pêvajoya "Tirkiyeya Bêteror" da hat amadekirin ji Serokatiya TBMMyê ra hat pêşkêşkirin.
Bi vê pêşniyarê, piştî ku sazî û dezgehên ewlehiyê tespît bikin ku rêxistina terorê ya PKK/KCKyê û her cure pêkhateyên girêdayî wê dawî li hebûna xwe ya fiîlî anîne û her cure çek û cebilxaneyên di bin kontrola xwe de radest kirine û piştî ku Biryara Lijneya Ewlehiya Neteweyî (MGK) ya derbarê teyîdkirina vê tespîtê da di Rojnameya Fermî da bê weşandin, tê armanckirin ku karûbarên paşvexistina înfaza hukmên mehkûmiyetê û lêpirsîn û jêpirsînên ku tên meşandin û karên din ên ku werin kirin bên diyarkirin.
Ev verastkirin dê sûcên avakirin an birêvebirina rêxistina terorê ya PKK/KCKyê, endamtiya rêxistinê, alîkariya bi zanetî û bi dilxwazî, propagandaya rêxistinê, sûcên ku di çarçoveya fealiyeta vê rêxistinê da hatine kirin û sûcên di çarçoveya Qanûna Rêlibergirtina Fînansmana Terorîzmê da ku li ser navê vê rêxistinê hatine kirin, li xwe bigire.
Di pêşniyarê da "Rêxistin" wekî rêxistina terorê ya PKK/KCKyê û hemû pêkhateyên girêdayî wê û her wiha "Lijne" jî wekî Lijneya ku dê li gorî hukmê têkildarî vê verastkirinê bê avakirin, tê pênasekirin.
Li gorî pêşniyarê, bi şertê ku Biryara Lijneya Ewlehiya Neteweyî (MGK) ya derbarê tespîtkirina dawîanîna hebûna fiîlî ya rêxistinê û radestkirina her cure çek û cebilxaneyên di bin kontrola wê da di Rojnameya Fermî da hatibe weşandin, ji xeynî sûcê kuştina qestî ya di çarçoveya fealiyeta rêxistinê da hatiye kirin û sûcên beriya 1ê Hezîrana 2005an hatine kirin ku cezayê wan cezayê hebsa hetahetayê (meebbet) an hebsa hetahetayê ya giranbûyî ye, lêpirsîn û jêpirsînên ku di çarçoveya vê pêşniyarê da ne û sînorê wan ê jorîn 15 sal an kêmtir ceza ye dê ji bo 5 salan û her wiha lêpirsîn û jêpirsînên sûcên ku cezayê wan zêdetirî 15 salan cezayê hebsê, hebsa hetahetayê yan hebsa hetahetayê ya giranbûyî ye, dê ji bo 10 salan bên paşvexistin.
Di dema paşvexistinê da demborîna dozê dê neyê cîbicîkirin. Dosye û delîlên ku ji bo îsbatkirina sûc bi kêr tên, ji dîroka biryara paşvexistinê û pê da di dema paşvexistinê da dê bên parastin. Derbarê nirxê eşya û mal û milkên ku dibin mijara desteserkirinê da ligel biryara paşvexistinê dê biryara firotin/tesfiyekirinê bê dayîn û wekî dahat ji Xezîneyê re bê qeydkirin. Biryar, dê ji kesên ku mafê wan ê serlêdana rêyên qanûnî heye ra bê ragihandin. Di biryarê da dê mafê serlêdan û îtirazê, dem û cîhê wê bê destnîşankirin.
Li gorî vê hukmê, kesên ku mafê wan ê serlêdana rêyên qanûnî heye, dikarin di nava 2 hefteyan da li dijî biryarên ku ji aliyê dozgerê komarê va hatine dayîn, serî li dadweriya cezayê sulhê bixin. Li dijî biryarên dadgehê yên derbarê paşvexistina jêpirsînê da jî mirov dikare di nava 2 hefteyan da îtiraz bike.
Lêpirsînkirina sûcên ku berî weşandina Biryara Lijneya Ewlehiya Neteweyî ya di Rojnameya Fermî da hatine kirin û dikevin çarçoveya vê verastkirinê dê bi îzna Lijneyê bê kirin.
Tedbîrên parastinê yên wekî tewqûfkirin û kontrola edlî yên ku ji ber sûcên ku di çarçoveya verastkirinê da ji bo wan biryara paşvexistinê hatiye dayîn, dê ji aliyê dadwer an dadgeha rayedar a di qonaxa lêpirsîn an jêpirsînê da yan jî ji aliyê dadgeha edliyeya herêmî yan daîreya cezayê ya têkildar a Dadgeha Bilind ve bên nirxandin. Heke mercên guncav hebin, dê biryara rakirina van tedbîran bê dayîn.
Derbarê dosyayên sûcên ku biryara paşvexistinê ji bo wan tê dayîn da û niha di qonaxa nirxandina îstînaf an temyîzê (Dadgeha Bilind) da ne, dê biryara betalkirinê bê dayîn.
- Qeydkirina biryarên taloqkirinê û kirina sûcê nû
Biryarên taloqkirinê yên hatine dayîn, wê di pergaleke taybet a ji bo van yekan da werin qeydkirin. Heke dozgerê Komarê, dadger an jî mehkeme ji bo lêpirsîn an jî lêgerînekê van qeydan bixwaze, wê ji bo armanca kifşkirî werin bikaranîn.
Ji dîroka dayîna biryara taloqkirinê pê va heke di maweya taloqkirinê da sûcekî terorê were kirin, biryara taloqkirinê wê were rakirin û lêpirsîn û lêgerîn wê dewam bike. Heke ceza were birîn û înfazkirina ceza wê di çarçoveya vî hukmî da neyê taloqkirin û hemû hukmên cezakirinê wê werin cîbicîkirin. Heke di dema mayewa kifşkirî da sûc neyê kirin, biryar dê were dayîn ku hewcedarî bi peyketinê nemaye an jî hukmê dozê wê nemîne.
Bi şertê ku rêxistinê hebûna xwe ya fiîlî bi dawî kiriye û her cure çek û muhimatên ku di destê wan da ne, teslîm kirine û saziyên ewlehiyê ev yek tesbît kiriye û teyîda vê tesbîtê bi Biryara Lijneya Ewlehiya Neteweyî di Rojnameya Fermî da weşandibe, di çarçoveya fealiyetên rêxistinê da kesên ji ber sûcê kuştina bi qestî ceza xwarine ne tê da û kesên ku ji ber sûcên ku beriya 1ê Hezîrana 2005an hatine û cezayê hebsa heta hetayê an jî cezayê hebsa heta hetayê yê girankirî xwarine ne tê da, ji bo sûcên ku dikevin çarçoveya verastkirinê, mehkûmên ku bi tevahî 15 sal an jî kêmtir ceza xwarine, înfazkirina cezayê wan ji bo 5 salan, mehkûmên ku bi tevahî ji 15 salan zêdetir ceza xwarine an jî cezayê hebsa heta hetayê an jî cezayê hebsa heta hetayê yê girankirî xwarine, înfazkirina cezayê wan ji bo 10 salan wê bi biryara dadgerê înfazê were taloqkirin. Sepandina vî hukmî wê ji bicihanîna biryarên musadereyê ra nebe asteng. Di nava maweya taloqkirinê da ji bo ceza bihurîna demê wê kêr neyê.
Ji bo biryarên taloqkirinê yên ku dadgerê înfazê dide, wê karibin îtiraz bikin. Her wiha biryarên taloqkirinê yên ku di çarçoveyê da tên dayîn, wê di pergala hatiye çêkirin da werin qeydkirin. Heke dozgerê Komarê, dadger an jî mehkeme ji bo lêpirsîn an jî peyketinekê van qeydan bixwaze, wê ji bo armanca kifşkirî werin bikaranîn.
Ji dîroka dayîna biryara taloqkirinê pê va heke di maweya taloqkirinê da sûcekî terorê were kirin, dadgerê înfazê wê biryara taloqkirinê rake û biryara domandina înfazê bide. Heke di dema mayewa kifşkirî da sûc neyê kirin, wê were hesibandina ku ceza înfaz bûye. Serdozgeriyên Komarê wê biryarên taloqkirinê bişopînin.
- Hukmên şopandin, kordînasyon û sepandinê
Piştî ku verastkirina qanûnê di Rojnameya Fermî da hat weşandin û pê va, bi serokatiya Alîkarê Serokomar Lijneyeke ku ji Wezîrê Edaletê, Wezîrê Karên Derva, Wezîrê Karên Navxweyî, Wezîrê Parastina Neteweyî, Sekreterê Giştî yê Serokomariyê, Serokê Teşkîlata Îstixbaratê ya Neteweyî û Sekreterê Giştî yê Lijneya Ewlehiya Neteweyî pêk tê, wê sepandina fealiyetên ku dikeve çarçoveya teklîfê, bişopînin û binirxînin. Heke pêdivî pê hebe Lijne wê komîsyonan ava bike, nûnerên wezaret, sazî û sazûmaniyan û kesên ku pêdivî bi wan heye, wê vexwînin civînên Lijne û komîsyonan.
Ji bo di hêla rêxistinê da pêvajo pêş bikeve, Lijne wê bikaribe di jêrkomîsyonan da wezîfedariyan bike.
Piştî weşandina biryara Lijneya Ewlekariya Neteweyî ya li Rojnameya Fermî ya ku piştrast dike rêxistina terorîst ya PKK/KCK û her saziyeke bi wê ve girêdayî, hebûna xwe ya fiilî bi dawî aniye û hemû çek û cebilxaneyên di bin kontrola xwe da radest kirine, Encûmena Ewlekariya Neteweyî dikare li gorî armanc û çarçoveya vê rêziknameyê, derbarê hilweşandina bi temamî ya rêxistinê û raporên çavdêriyê yên têkildar da nirxandinên demkî pêk bîne. Eger Lijneya Ewlekariya Neteweyî pêwîst bibîne wê derbarê verastkirinên darizandinê, îdarî û qanûnî da daxwaz bên kirin.
Piştî ku saziyên ewlehiyê tespît bikin û biryareke Encûmena Ewlehiya Neteweyî ya ku vê tespîtê piştrast dike li Rojnameya Fermî were weşandin ku rêxistina terorîst ya PKK/KCK û hemû saziyên bi wê va girêdayî, hebûna xwe ya fiîlî bi dawî anîne û hemû çek û cebilxaneyên di bin kontrola xwe da radest kirine, wê biryarên paşxistinê yên li gorî vê pêşniyarê hatine dayîn, ji aliyê Lijneya Ewlekariya Neteweyî va bi awayekî periyodîk bên nirxandin.
Heke pêwîst were dîtin, Lijneya Ewlekariya Neteweyî wê ji dadgeriya aştiyê ya cezayî yan jî dadgehê daxwaza rakirina wan sînordarkirinên mafan bike ku ji lêpirsîn û dozan derketine holê, tevî hemû encamên wan û her wiha ji dadgeriya înfazê jî daxwaza rakirina wan sînordarkirinên mafan bike ku ji biryarên mehkûmiyetê derketine holê, tevî hemû encamên wan.
Desthilata têkildar wê derbarê daxwazê da biryarê bide. Ev biryar wê li ber îtirazê vekirî bin. Ji bo pêşkêşkirina daxwaza rakirina wê rewşa bêparbûna ji mafan ya ku ji ber mehkûmiyetê çêbûye, tevî hemû encamên wê, divê ji roja biryarê û pê va demek diyar derbas bûbe; di rewşên ku dema taloqkirinê 5 sal hatiye diyarkirin da divê 2 sal û di rewşên ku dema taloqkirinê 10 sal hatiye diyarkirin da jî divê 3 sal derbas bûbin.
Lijne wê bi awayekî birêkûpêk Meclisa Mezin ya Neteweyî ya Tirkiyeyê derbarê çalakiyên xwe da agahdar bike. Ji bo çavdêrîkirina çalakiyên di çarçoveya rêziknameyê da wê ji aliyê Ofîsa Serokê Meclisa Mezin ya Neteweyî ya Tirkiyeyê va Komîsyoneke Çavdêriyê were avakirin. Komîsyona Çavdêriyê wê çalakiyên ku di çarçoveya Qanûnê da ne bişopîne û dikare pêşniyaran pêşkêş bike. Karûbarên sekreteriyê yên Lijneyê wê ji aliyê Sekreteriya Giştî ya Serokatiyê va werin meşandin.
- Radestkirina çek û amûran
Çek, cebilxane, wesayît, amûr, teqemenî û hemû materyalên din yên ku ji aliyê endamên rêxistinên di çarçoveya pêşniyarê da ne, hatine anîn yan ragihandin, wê bên tomarkirin. Rêkar û prensîbên têkildarî cîbicîkirina vê rêziknameyê wê ji aliyê Wezareta Karên Navxweyî û Wezareta Parastina Neteweyî va bi şêwirmendiya saziyên ewlehiyê bên diyarkirin.
Hêmanên pêşniyarê derbarê wan kesan da derbas dibin ku di nava 6 mehên piştî weşandina biryara Lijneya Ewlekariya Neteweyî ya li Rojnameya Fermî da ya ku piştrast dike rêxistina terorîst ya PKK/KCK û hemû saziyên girêdayî wê hebûna xwe ya fiilî bi dawî anîne û hemû çek û cebilxaneyên di bin kontrola xwe da radest kirine, bi awayekî nivîskî serî li Ofîsên Serdozgeriya Komarê ya li cihên xwe yan jî li saziyên ku ji aliyê Lijneyê va hatine diyarkirin didin û daxwaza xwe ya sûdwergirtina ji hêmanên vê rêziknameyê radigihînin.
Erkên ku di çarçoveya pêşniyarê da hatine diyarkirin, divê ji aliyê saziyên giştî û rêxistinên têkildar va bi lez û bez bên bicihanîn. Kesên ku erkên di çarçoveya armanc û çalakiyên pêşniyarê da bi cih tînin, ji ber bicihanîna wan erkan tu berpirsiyariyeke qanûnî, îdarî yan jî cezayî li wan nakeve.
news_share_descriptionsubscription_contact
