Serkan Avci, Arif Ayhan Korkmaz
27 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 27 Tîrmeh 2026
Li Tersûsa navçeya Mêrsînê malbata ku ji 5 kesan pêk tê ketin behrê û 3 kes xeniqîn, kesek rakirin nexweşxaneyê, kesek winda bû.
Malbat li Taxa Kulakê ket behrê û demekê şûnda di avê da perpitîn.
Li ser êxbara kesên derdorê, ekîbên ewlehiya qeraxan, cendirme, polês û ambulans sewqî herêmê kirin.
Ekîban 4 kes ji avê derxistin, kesek nedît.
Ekîbên tenduristiyê piştî kontrolê tesbît kir ku dê, bav û xwişka dayikê xeniqîne û mirine. Zarokeke keçik jî rakirin nexweşxaneyê.
Ji bo dîtina biraziyê winda xebat dan destpêkirin.
- Walî Atîlla Toros daxuyanî da
Walî Atîlla Toros çû cihê bûyerê û ji rojnamegeran ra got ku malbat li cihê ku Çemê Tersûsê diherike behrê ketiye avê û wiha dewam kir:
"Ji bo dîtina kesê winda vê gavê 4 botên me li ser behrê ne. 4 xozneberên me di behrê da lêgerînê didomînin. Li bejayê jî em ekîbên xwe va li vê derê ne. Înşeallah hêvî dikim ku di demeke kin da em welatiyê me jî bibînin."