Sidar Can Eren
27 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 27 Tîrmeh 2026
Li Tunceliyê ajokara otomobîla ku ji kendalê bi qasî 200 mêtreyî totî Çemê Mûnzûrê bû, li nexweşxaneyê mir.
Elîf Zîlan Soylemeza ajokara otomobîla plaqe 62 AL 020 ya ku duh êvarê li Taxa Cumhuriyetê di rêya Bargeyê da ji kendalê bi qasî 200 mêtreyî totî Çemê Mûnzûrê bû, birîndar bû û Soylemezê pêşiyê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Tunceliyê û dû ra ji wir jî sewqî Nexweşxaneya Bajêr a Elezîzê ya Fethî Sekîn kirin. Li vir digel midaxeleyê Soylemezê nehat xilaskirin.
Hakan Ozkanê ku di qezayê da birîndar bû jî li Nexweşxaneya Dewletê ya Tunceliyê tê tedawîkirin.
Ji aliyekî din va wesayîta ku ketibû Çemê Mûnzûrê bi alîkariya makîneya kar va ji çem hat derxistin.