İlyas Kaçar
03 Tebax 2026•Rojanekirin: 03 Tebax 2026
Li Tengava Stenbolê ji ber mijê mesafeya dîtinê daket û lewma hin seferên vapûrê hatin betalkirin.
Li bajêr serê sibehê li Tengava Stenbolê û dewrûberê mij derket.
Bi tesîra daketina mesafeya dîtinê va hin seferên AŞya Xetên Bajêr dê neyên kirin.
Li gorî vê, ji ber şert û mercên neyînî yên hewayê seferên Kadikoy-Kabataş, Kadikoy-Beşiktaş, Kadikoy-Karakoy-Eminonu, Uskudar-Karakoy-Eminonu, Uskudar-Haliç, Kadikoy-Haliç, Beşiktaş-Haliç, Kadikoy-Uskudar-Ortakoy, Kadikoy-Beşiktaş-Îstinye-Sariyer, Kuçuksu-Beşiktaş-Kabataş, Uskudar-Aşiyan, Arnavutkoy-Eminonu û Çengelkoy-Eminonuyê dê heya agahdarkirineke din neyên kirin.