Müzahim Zahid Tüzün, Ahmet Demircan
15 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 15 Tîrmeh 2026
NÎGDE (AA) - Li beldeya Çukurkuyuyê ya li ser Bora navçeya Nîgdeyê ser qebra Astsubayê Peyade Serçawîşê Qidemdar Omer Halîsdemirê ku di kêliya hewildana derbeyê ya 15ê Tîrmeha 2016an a Rêxistina Terorê ya Fetullahî da hat şehîdkirin, qerebalixî heye.
Halîsdemir di kêliya derbeyê da piştî ku li Fermandariya Hêzên Taybet a li Enqereyê li generalê derbekar xist, hat şehîdkirin.
Gelek welatiyan qebra şehîd ziyaret kir, ser Qur'ana Pîroz xwend û dia kir.
Ji ziyaretvanan Yasîn Agirtopçuyê ku ji Kayseriyê hat, wiha got, "Hatina vê derê cara ewil bû qismetê min, ez bi jin û zarokên xwe ra hatim. Me xwest ku zarokên me jî qehremanekî wiha bibînin û loma em bi malbatî hatin."