Cuma Sarı
29 Hezîran 2026•Rojanekirin: 29 Hezîran 2026
Li Siwêrega navçeya Şanliurfayê minîbus û arazozek li hev qelibîn, 8 kes birîndar bûn.
Minîbusa ku şofêrê wê Alî A. (67) û plaqeya wê 63 JA 077 e li ser rêya Siwêreg û Şanliurfayê, di kîlomêtroya 15emîn da li arazoza Midûriyeta Dezgehên Daristanê ya Şanliurfayê ya ku şofêrê wê Murat O. (42) û plaqeya wê 63 AGG 320 e qelibî.
Di qezayê da şofêrê arazozê û Mucahît B. (28) û Erhan Y. (31) yên ku di wesayîtê da bûn û Muslum O. (73), Muslum F. (47), Fatma O. (18), Aysel O. (48) û Dîlan O. (15) yên ku di minîbusê da bûn, birîndar bûn.
Li ser cawdayînê ekîbên tenduristiyê, polês û cendirme hatin cihê qezayê.
Ekîban bi ambulansan birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Siwêregê.
Hat ragihandin ku rewşa birîndaran ne giran e.