Hüseyin Demirci
28 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 28 Tîrmeh 2026
Li Sariqamîşa navçeya Qersê kamyona ku ka lê hatibû barkirin welgeriya, kesek birîndar bû.
Kamyona ku ka lê hatibû barkirin a ku şofêrê wê Atîlla Ors û plaqeya wê 25 ADY 653 e li nêzîkî gundê Karakurtê welgeriya.
Şofêr Ors di qezayê da birîndar bû.
Ji ber ku balyeyên kayê pekiyan ser rê, di hatin û çûyînê da demekê tengasî çêbû.